Civak

Enfal Jenosîd e

Enfal Jenosîd eLi ser destpê kirina operasyonên Enfalê, ku rejîma BAAS a xwînxwar û faşîst, ji bona jenosîda gelê kurd li Kurdistana Başurê, encam da bû, 30 sal derbas bû. Lê êş û azara gel, kêm nebûye, birîna Enfalan kewnegirtiye. Çavê malbatan li rêya kur û keç, bav û bira ne, ku çarenusî wan ne diyar in û bendewarên, ku kes û karên xwe vegerine malên xwe…Birîna Enfalan kewnegirtiye, ji ber ku zirar û ziyana Enfalkiriyan ne hatine qerebo kirinê, ji ber ku, gelek gundên, ku hatine kavil kirinê, hêşta nehatine ava kirin û hêşta çarenusa gelek qurbanên Enfalan ne diyar in.Rast e gelek tawanbarên Enfalê hatine dadigeh kirin lê belê dewlet û şirketên mezin, ku alikariya rejîma BAAS kirine û dewleta Iraqê wekî tawanbar nehatine ragihandin û di dadigehên Navnetewî ya Tawana Mirovatiyê da nehatine dadigeh kirinê.Em di 30 saliya Enfalan da carekî dinê li ber huzura qurbaniyan qirnoş dibin û daxwaz ji Hikumeta Herêmê Kurdistan, partiyên Kurdistanî, dem û dezge û komelên Kurdistanî yên derwayê welat dikin, ku, bona qerebo kirina zirar û ziyanên Enfal, bona nasandina Enfalê wekî Jenosîda Kurdan û nasandina wekî tawanbarên mirovî û dadigeh kirina dewleta Iraq û alikarên wan, bi hevre kar û xebatê bikin, daku birînên Enfalê kewbigrin.14 Avrîl 2018Partiya Sosyalista Kurdistan 

Balkêş e ?
Close
Back to top button