Endamên PKKê yên cûdabûyî li Koyê rastî êrişê hatin
Li bajarokê Koyê yê girêdayî Hewlêrê di navbera çend çekdar û endamên berî niha ji Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) cûda bûne de şer rûda û çekdarek birîndar bû.
Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, duh saet 19.00an di navbera endamên ku sala 2004an ji PKKê cûda bûyîn ku piraniya wan serkirdeyên berê yên PKKê bûn û çend çekdarên din ku guman tê kirin girêdayî PKKê ne şer derket. Di encama şer de çekdarek birîndar bû.
Li gor agehdariyan, çekdarê birîndar ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye veguhestin û niha di bin çavdêriya pijîşk de ye.
Berpirsê ragihandin û peywendiyan ê asayîşa Rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir, lê ji ber dosyeyekî ewlekariyê ye, amade nebû ti daxuyaniyekê bide. Navbirî wiha got: “Dosye di bin çavdêriyê de ye û emê bi hûrî lêkolîn bikin.”
Nîzamedîn Taş (Botan) ku yek ji serkirdeyên ji PKKê cûdabûyiye, tevî ku ew zanyarî piştrast kir, ji Rûdawê re wiha got: “Ew sê kesên êrişî xêzanên cûdabûyî yên li Koyê kirîn, ji kampa Mexmûrê hatibûn şandin û bi niyet bûn wan malbatan bikujin.”
Botan derbarê çekdarê birîndar de wiha got: “Me bi birîndarî girtiye û radestî asayîşa Koyê kiriye.”
Despêka şerê bi guleyan wiha dest pê kir; Di kameraya çavdêriyê ya endamên ji PKKê cûdabûne de derdikeve holê ku çend çekdar li wê navçeyê digeriyan. Piştî dûbare derketin û pirskirinê, di navbera wan de şer rûda.