Polîtîk

“Endamên BDPê hewl dan êrîşî me bikin“

Wan – Parlamentera Wanê ya AKPê Gulşen Orhan ragehand ku referandûma 12ê Îlonê îmtîhaneke bo Kurdan û got: ”Endamên BDPê ji baregehê xwe derketin û hewl dan êrîşî me bikin. Ger em bitirsin hîç wextekî bisernakevin û dê tirs bi ser me de were. Ma ew bi pey kîjan demokrasiyê de direvin? Ew li mafên mirovan ên kîjan Kurdan digerin? Hewqas dem Kurd tirsiyan, bila hê tirs berdewam bike. Referandûm îmtîhaneke bo Kurdan.”

Orhan, bi mebesta mîtînga roja dûşemê ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdar dibe, doh belavokên ji referandûmê re ”erê” belav kirin. Dema Parlamentera Kurd Gulşen Orhan ligel Baskê Jinan ên AKPê belavok belav dikirin grubek ji endamên BDPê reaksyon pêşan dan. Orhan, li ser vê helwêsta endamên BDPê ji hevwelatiyan xwest ku bi cesaret bin. Orhan, da xwiyakirin ku referandûm bo Kurdan îmtîhaneke û bang li hevwelatiyan jî kir û got; ”Ji kesî netirsin. Li vî welatî ger em bitirsin hîç wextekî biser nakevin.” Orhan, da zanîn ku endamên BDPê hewl dane êrîşî wê bikin û wiha axifî: ”Hinek grub ji bo ‘negerim’ min tehdîd dikin. Ka demokrasî?.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Gulşen Orhan pirsî ku ”Ma ew bi pey kîjan demokrasiyê de direvin?” û wiha pêde çû: ”Ew li mafên mirovan ên kîjan Kurdan digerin? Hewqas dem Kurd tirsiyan, bila hê tirs berdewam bike. Referandûm îmtîhana Kurdan e.”

Orhan, bibîrxist ku herî zêde Kurd bûne qurbanên kirdarên kiryar nediyar û dirêjî bi axaftina xwe da: ”Ji bo ew bên darizandin di Saziya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK) de guhertin tên kirin. Ma ev ne di berjewendiya Kurdan de ye? Dadgeha Destûrê rê nade em yasayan di Meclîsê re derbas kin. Rê li ber azadiya serpoşiyê girt. Ji bo çareseriya van mijaran ez bang li xelkê Wanê dikim ku netirsin.”

Parlamentera Wanê ya AKPê Gulşen Orhan bi Kurdiyeke zelal ligel esnafekî axifî û got: ”Hîç kesekî destûr neguhert, me anî. Ricayê ji we dikim partiyên siyasî deynin enîşkekê. Bila ev destûr derbas bibe. Riya axaftinê vebe. Niha Tirkiye hemû tiştekî diaxife. Dadgeha Destûrê nahêle hinek tişt derkevin. Baş e hemû tişt tê axaftin lê çima ev şer berdewam dike? Hun jî li gor vêna tevbigerin. Êdî netirsin, bila hemû kes bikaribe biaxife. Niha ji min re dibêjin negere. Ger ez negerim li kuye demokrasî? Mafê kesî tune vêna bike.”

 

 

(Rûdaw)

Back to top button