Cîhan

Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê em zêdetir alîkarî û piştgiriyê bidin Kurdan

Di helkefta Cejna Newroz û sersala Kurdî de, endamê kongreya Amerîkayê Don Bacon nirxand ku “Kurd hevalbendek bêhempa ne û tevî hemû bêbextî û bêdadweriyê dikarin bijîn” û got:

“Divê em zêdetir alîkarî û piştgiriya Kurdan bikin”.

Hevserokê Komeleya Piştevaniya Kurd a Kongreya Amerîkayê Don Bacon, cejna netewî ya gelê Kurd bi Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku divê carek din sûcên wek Helebçe û Enfalê li dijî Kurdan neyên kirin.

Don Bacon got: “36 sal berê vê hefteyê, Saddam Husên kabûsek bi ser bajarê Helebçeyê barand û ev karesat wê heta hetayê di dîroka mirovahiyê de bimîne. Kiryarên hovane yên ku di dema kampanyayên Enfalê de hatin kirin, tîne bîra me ku mirovahî çiqasî zalim e”.

Hevserokê Komeleya Piştevaniya Kurd a Kongreya Amerîkayê Don Bacon bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî:

“Îro 21ê Adarê sersala Kurdan e. Mîrate û çanda gelê Kurd a dewlemend her tim cesaretê dide me. Ez sala nû li hemû Kurdên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim sala nû bi xwe re bextewarî, hêvî û derfetên bêhejmar ji bo geşbûn û serkeftinê bi xwe re bîne. Cejna Newrozê bi Kurdî tê wateya sala nû, pîroz be”.

Back to top button