PolîtîkRojev

Encûmena Wezîran a Kurdistanê: Em her rêkareke cudakariya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin

Hukumeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser pêşhateyên girêdayî pesendkirina yasaya budceya Iraqê û encamên wê li ser Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê hemû erk û berpirsyariyên xwe di çarçoveya destûr û wan rêkeftinên ku hatine îmzekirin de cîbicî kiriye. Lê belê li derveyî destûr û rêkeftinan, destkarî li ser mijarên girêdayî maf û heqên darayî hatiye kirin ku ji aliyê destûrê ve, guherîn di rêkeftina hevbeş a navbera herdu hikûmetên Federal û Herêmê de nayê kirin.

Encûmena Wezîran ji Hikûmeta Federal daxwazê dike ku di dema cîbicîkirina birge û madeyên budceyê de piştî ketina warê cîbicîkirinê, her wek Serokwezîrê Federal soz daye, pêdaçûnê bike bi birge û madeyên hemwarkirî ku çiqas ligel karnameya Hikûmeta Federal digunce û çiqas şayanê cîbicîkirinê ne û divê mekanîzmaya guncaw bi arasteya dayîna mafên Herêmê were danîn û em her rêkarekî cudakarî li dijî Herêma Kurdistanê red dikin, çimkî Herêm pabendiyên xwe yên destûrî bi cih gihandiye û ti bihane û hincet jî ji bo her rêkarekî cudakariya li hember Herêma Kurdistanê nemaye.

Di civînê de li ser aktîvkirina Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê li Encûmena Wezîran a Federal û cîbicîkirina biryara hejmara 29 a sala 2012an a li ser betalkirina biryarên Lijneya Karûbarên Bakur a taybet bi zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê gotûbêj hat kirin.

Encûmena Wezîran pêşwazî li biryara aktîvkirina Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dike û destxweşiyê li nivîsa herî dawî ya lijneyê dike bo Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ji bo hilweşandina biryara kujandina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmen û ragirtina nûkirina girêbesta çandiniyê ji bo hawirdekiriyan, lê belê ji vê girîngtir, cîbicîkirina van biryaran bi pratîkî û ragirtina bilez hemû wan nerewayiyên ku li hember cotkarên Kurd û Tirkmen ên li wê navçeyê têne kirin, ku ti bingeheke wê ya yasayî û destûrî tune ye.

Herwiha di civînê de li ser mijara nexweşiya taya xwînberbûnê û rêkarên xweparastinê yên herdu wezaretên çandinî û çavkaniyên avê û tendirustiyê hatin gotûbêjkirin û hat amajekirin ku Hikûmeta Herêmê budceyeke pêwîst ji bo herdu wezaretan terxan kiriye û helmeteke berfireh ji bo hişyarkirinê daye destpêkirin, di heman demê daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku pabendî rênimayên xweparastinê bibin û bi taybetî jî di dema encamdana erkê olî yê qurbanîkirina ajelan de, da ku bi silamet û tendirustiya wan parastî be.

Back to top button