Polîtîk
Emê berbijêrş xwe yê Serokomariyê eşkere bikin
Pervîn Buldan Hevseroka HDPê li gel nûnerên sazî û komeleyên bajarên Bakurê Kurdistanê yên şaxa wan li Stenbolê ne kom bûn.
Buldan hilbijartina bê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji yên berê ciyawaztir û wek hilbijartineke dîrokî bi nav kir û ragihand ew ê li ser Tifaqa Ked û Azadî bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan diyar kir: “HDP xulamê kesî nîne ku xwe bi aliyekî ve girê bide. Em rêwiyê rêya sêyemîn in. Di hilbijartina bê de yan bijartina faşizm yan jî bijartina azadî dê bê kirin. Gelên Tirkiye dîlgirtiyê tifaqa Milet û Komarê nîne. Em ê di demeke nêz de berbijêrê xwe ji bo Serokomarîyê eşkere bikin û ji bo berbijêrê me bimîne gera duyem em ê bixebitin.”