Polîtîk

Em wek mafekî destûrî petrola xwe dişînin derve

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku ew wek mafekî destûrî petrola xwe dişînin derve, neku bi qeçaxî bibin.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona El-Erebiye, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Em wan hemû tohmetên Cîgirê Serokwezîrê İraqê bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî red dikin ku dibêje qaşo petrola xwe bi qeçaxî hinarde dikin, ew pêngavên ku Herêma Kurdistanê di sektora petrolê de avêtine hinardekirina petrolê ye neku bi qeçax birina wê.’‘

Barzanî wiha axifî: ‘’Herêma Kurdistanê mafê hinardekirina petrola xwe ji destûra İraqê wergirtiye, di heman demê de em ji hemû danûstandineke bi Bexdayê re amade ne, herçiqas hikûmeta İraqê gelek astengan ji me re çêdike û astenga harî dawî jî rêgirtin bû li danîna firokeyên taybet li firokexaneyên Herêma Kurdistanê.’‘

Derheqa rewşa Sûriyê de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Hikûmeta İraqê xwe ji berpirsiya penaberên Sûriyê yên li İraqê vedidize û meseleya van penaberan wek pirsgirêk nabîne, di demekê de hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gehiştiye 250 hezar kes. Bexdayê tenê 10 milyon dolar ji wan penaberan re veqetandine lê bawer nakim hemû xerc kiribin.’‘

Derbarê çûna ciwanên Kurd de ji Herêma Kurdistanê bo Sûriyê ku qaşo bi navê cîhadê diçin, Barzanî wiha dibêje: ‘’Em niha hewl didin sedan çûna wan ciwan û çekdaran bizanin ka çi wiha li wan dike ku biçin Sûriyê.’‘

Back to top button