PolîtîkRojev

Em û Bexda gihiştin rûkeftinê!

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ligel Mistefa Kazimî ji bo rasterêkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.

Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Ez kêfxweş im ku radigihînim; em gihiştin rêkeftinê ku beşa budceya Herêma Kurdistanê were şandin, ev jî ji meha ewil a îsal ve dê were hîsabkirin.”

Herwiha diyar kiriye: “Min spasiya serokwezîr kir ji bo serkirdetiya wî û herwiha spasiya hikûmeta federalî kir ji bo piştevanîkirina rêkeftinê. Ev werçerxaneke girîng e û em bi hev re bi ser astengeke dijwar de zal bûn.”

Back to top button