Civak

Em rêberê welatperwer ê Kurd Seîd Elçî û hevalên wî bi giramî bibir tînin

 

Em Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistan Tirkîye (PDKT) Seîd Elçî û hevalên wî Mehmedê Begê û Abdullatif Savaş di 48emîn salvegera şehadeta wan de bi giramî bibîr tînin.

Seîd Elçî rêber û welatperwerekî dilsoz, kedkar û têkoşerekî doza azadîya Kurdistanê bû.

Şehadeta Seîd Elçî û hevalên wî , trajedî û birîneke weha ye ku êdî bûye malê dîrokê. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî, dîroka gelê me bi sedan birîn û trajedîyên bi vî rengî ve dagirtî ne.

Li hemû Kurdistanê û bi taybeti jî li Bakurê Kurdistanê , nabe ku sîyaset li ser vejandin û kûrkirin û îstîsmara birîn û trajedîyên bi vî rengî bê meşandin.

Wazîfeya welatperwerî ya rasteqîn ewe ku, meriv ji dîroka xwe dersan derxîne û li gorî pêwîstîyên gelê xwe yên îroyîn, li ser bingehê ku ruhê tifaqa netewî û demokratîk xurt bike, sîyasetekê bimeşîne.

Di 48emin salvegera şehadeta wan de, em rêberê welatperwer ê Kurd Seîd Elçî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin.01.06.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button