Civak

Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

40 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 40emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin. 19.12.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Balkêş e ?
Close
Back to top button