Partıyên Kurdıstana Bakur kuştına Tahir Elçî şermezar dikin.Em qetilkirina Tahir Elçi bi tundî rûreş dikinQetilkirina Tahir Elçi , qetilkirina azadî û demokrasîyê ye. Bi çi awayî pêk hatibe bila bibe , lê ev êrîş di esasa xwe de êrîşek li dijî gelê Kurdistanê ye.Şerê ku îro li welatême didome , bûye sebebê wêranî û têkdana welatê me û kuştina mirovan. Aşkareye ku ev şer zerarê dide doza azadîya Kurdistanê. Qetilkirina Tahir Elçi jî beşeke ji encamên vî şerî. Em careke din bangî dewletê û PKKê dikin ku bila şer raweste,rêya çareserîyek sîyasî û sivîl vebe.Em qetilkirina Tahir Elçi bi tundî rûreş dikin. Sersaxîyê ji malbata Tahîr Elçî , Baroya Amedê û ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.28.11.2015Hereketa Azadî KADEP ÖSP PAK PAKURD PDK-BAKUR PSK
Pêş
06/07/2025
Şaradarê Antalya yê bi tohmeta gendeliyê hate girtin
06/07/2025
Amedsporê cilên yariyê yên sezona nû da nasandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin05/07/2025