Polîtîk

Em qet êrîşekî li ser netewê kurd qebûl nakin

Ji Bo Çapemenî û Rayagiştî ya Kurdistanê û CîhanêBi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm‘’Em ji Xwedê hatine, em ê dîsa vegerin ba Xwedê.’’Îro (20.07.2015) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîşek hovane pêk hat û di vê êrîşê de, mixabin, şehîd û birîndar hene û dîsa hezar mixabin ku piraniyên wan ciwan in. Em di serî de ji bo şêhîdan rihm û mexfîretê, ji bo birîndaran jî şifa xêrê ji Xwedê Teala dixwazin û em êrîşkarên vê êrîşê û alîkarên wan bi tundî lanet û şermezar dikin.Wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ me her tim tiştên li gorî mesleheta gelê Kurdistanê anî ziman û wek fiîlî me ev berpirsyariya xwe jî bi cih anî û em hîn jî hewl didin ku bi îzna Xwedê bi cih bînin. Ji ber vê sedemê pêvajoya ku bi êrîşa mîtîngê ya HDPê ya 5ê Hezîranê destpêkir, li Bakurê Kurdistanê serdemek nû nişan dide.Bi vê serdema nû divê em dek û dolabên dagirkerên Kurdistanê û dijminên gelên Kurdistanê pir baş tehlîl bikin û bibînin. Di vê serdema nû de li hemberî hemû êrîşan divê hemû sazî û aliyên siyasî û sivîl yên Kurdistanê bibin yekdeng, ji bo mesleheta netewa Kurd û Kurdistaniyan tifaqa xwe xurt bikin û bi tifaqek xurt bersiva van êrîşan bidin. Divê tavilê dev ji berjewendiyên xwe yên îdeolojîk û polîtîk berdin û bi hevdu re ji tifaqa Kurd û Kurdistaniyan re bibin pêşeng. Wek tifaqa li Kobanê jî nişan da ku serkeftina me Kurdan û Kurdistaniyan di tifaqê de ye. Wek Hereketa AZADî ji bo tifaqa Kurd û Kurdistaniyan çi bikeve ser milê me, em amade ne ku vê peywira pîroz bi cih bînin. Em bi awayekî eşkere bang dikin û dibêjin: êrîş û zilm ji ku de û ji aliyê kê de bi ser netewa Kurd û welatê me Kurdistanê de were bila were, em qet qebûl nakin û em li hember in. Divê di ser vê êrîşê re jî tu kes û alî dijminatî û dijîtiya Dinê Îslamê nekin. Ji ber ku Dînê Îslamê tenê dijminatiya zaliman helal kiriye û bi fermana dînê xwe em jî dijminên zaliman in. Wek Ustadê me Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî gotiye ‘’Ji bo zaliman bijî dojeh.’’Bi vê wesîleyê em dîsa ji bo malbatên şehîd ên ku di vê êrîşa hovane de şehîd ketine sersaxiyê û sebrê, ji bo birîndaran şifa xêrê, ji bo şehîdan jî rihm û mexfîretê ji Xwedê Teala dixwazin. Dîsa em vê êrîşa hovane û dijmirovahî lanet û şermezar dikin. Xwedê Teala alîkarê netewa Kurd, welatê Kurdistan û Kurdistaniyan be.Bijî Kurdistan.Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ20.07.2015 / Amed

Back to top button