CîhanRojev

Em piştgirîyê nadin normalîzekirina bi Şamê re

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di derbarê normalîzekirina têkilîyên bi Şamê re axivî û anî zimên ku ewê piştgirîyê nedin normalîzekirina bi Şamê re. Patel got: “Wezîrên karên derve yên hin welatên Erebî li Urdunê bi Wezîrê Derve yê Şûrîyê re civîyane. Wek Amerîka me di derbarê vê civînê de dilgiranîya xwe anî zimên“.

Patel, civîna Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Iraq û Urdinê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysel El-Mîkdad re ku duh li paytexta Urdinê Ammanê pêk hat, bi civînek çapemenîyê nirxand.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve Patel got: “Me fikarên xwe yên di derbarê civîna li Urdunê de ji Urdun û yên din re anî zimên. Tevî ku rejima Esed daxuyanîyek wisa heq nake jî, ez dixwazim bibêjim ku Urdun û yên din di vê pêvajoyê da hin pêşbînîyên girîng yên Amerîkayê destnîşan kirine, lê dîsa jî em piştgiriyê nadin normalîzekirina Şamê û em li dijî wê ne”.

 

 

 

Back to top button