Em pêşwaziyê li vegera Hêzên Pêşmerge dikin
Serokê Meclisa Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ragihand ku ew pêşwaziyê li vegera Hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 dikin, ku biryar e Pêşmerge li 15 yekeyên îdarî yên parêzgeha Mûsilê bicîh bibin.
Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Iraqê de, Hêzên Pêşmerge dê vegerin 15 yekeyên îdarî yên parêzgeha Mûsilê.”
Çeto wiha got: “Ew 15 yeke ev in: Mexmûr û 4 nahyeyên ser bi wê ve, Qeraç, Dîbge, Mela Qere, Giwêr, Şêxan, Zûmar, Fayde, Elqûş, Wankê, Şingal, Sinûnê, Qehtaniye, Girûzêr û Qeyrewan. Em yekeyên îdarî ser bi madeya 140 ve ne û dê hêzên hevbeş li wir bicîh bibin.”
Seydo Çeto wiha domand: “Ew hêza hevbeş dê parastina wan navçeyan bike heta ku pirsa madeya 140 çareser bibe. Em jî pêşwaziyê li vegera Hêzên Pêşmerge ji bo wan navçeyan dikin.”
Çeto ragihand: “Pêwîst e Heşda Şeibî li navçeyê nemînin û Hikûmeta Iraqê vê pirsê çareser bike, ji ber ku dema hêza hevbeş vegere navçeyê nabe Heşda Şeibî li wir bimîne, lewma jî em daxwaz dikin bilez Heşda Şeibî ji Mûsilê derkeve.”