Polîtîk

Em ne berdewamiya AKPê ne

Serokê Partiya Paşerojê Ahmat Davutoglu, avahiya partiya xwe li Stanbulê vekir. Di rewrisma vekirina avahiya Partiya xwe de, Davutoglu axavtinek kir û got: Ji bo dostaniyên pêwist berdewambin û welat nekeve di nava karasetekî de me dev ji postên xwe berda.

Davutoglu di axavtina xwe de got: Ewên ku kurê xwe ji karmendên dewletê cuda bike nikarê bibe karmendek başê dewletê.

Berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu got: Dê Partiya Paşerojê biharê bîne vî welatî. Partî dê hêviyê bide hemwelatiyan, partiyên nû ji valehiyên siyasî peyda dibin. Dema welat dikevin di nava kêşeyan de hinek kes wek Timekî derdikeve pêşiya milet û rêve diçe. Ew Tim ji bo taritiyê bike ronahî kar dike.

Davutoglu behsa destpêka siyaseta Adnan Menderes, Turgut Ozal, Necmettin Erbakan û kadroyên AKPê dike.

Davutoglu beşek axavtina xwe de behsa AKPê jî kir û got: Hinek ji mere dibêjin ku, hun berdewamiya AKPê ne. Nexêr, çewe ku Demokrat Partî ji nava CHPê derket û ne berdewamiya vê partiyê bû, em jî ne berdewaiya tu partiyekî ne.

Beşek din di axaftina xwe de Davutoglu rexne li hukumeta Erdogan kir û got: Di van demê dawî de desthilat behsa darbeyan dike. Ne karê hukumetê ye behsa darba bike, eger hewldanek ji bo darbeyê hebe , karê hukumetê ewe ku wê têkbide. Çareseriya rêgirtina li darbeyan tenê demokrasiye.

Back to top button