PolîtîkRojev

Em ji bo Kurda doza federasyonê dikin

Serokê Giştî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan li Diyarbekirê li gel berpirsên HAK-PARê civînek çapemeniyê li dar xist. Kaplan da xûyanikirin ku 120 partiyên siyasî hene, lê tenê HAK-PAR behsa netewe, nasname û zimanê Kurdan dike û bo Kurdan doza statûyekî dike.

Duzgun Kaplan yekem civîna xwe ya Diyarbekirê li dar xist û di civînê de got ku; ku 120 partiyên siyasî li Tirkiyeyê hene û tenê HAK-PAR di bernameya xwe de behsa netewe, nasname û zimanê Kurdan dike û bo Kurdan dixwaza statuyê ango federalîzmê dike.

Kaplan ji bûyerên dîrokî mînak dan û anî zimên ku HAK-PAR beriya her îdeolojiyekê doza neteweyî ya Kurd daye pêşiya xwe.

Duzgun Kaplan da zanîn ku wan wek rêveberiya nû çend armanc dane pêşiya xwe û dixwazin heta 15 Tebaxê di navbera 30-35 bajaran de rêxistinbûna xwe temam bikin û beriya hilbijartinên Hezîrana 2023an dixwazin herî kêm 41 bajaran rêxistinên xwe ava bikin da ku wek partî mafê beşdariya hilbijartinan bi dest bixin.

Back to top button