CivakRojev

Em jenosîda Dersimê ji bîr nakin

 

86 sal berê, di 4ê Gulana 1937an de, bi biryarname û erêkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak biryar hat dayîn ku bi awayekî fermî operasyona jenosîda Kurdên Dersimê bê destpêkirin.

Dewleta Tirk pêşî dest bi komkirina çekan dest bi kar kir. Paşê, beşek girîng ji xelkê bi navê leşkerîya neçarî kir leşker. Piştre kesên rêzdar yên ku dikarîbûn rêberîya gel bikin û di nav xelkê de bi qedir û qîmet bûn, li gel malbatên xwe kom kirin û ew mecbûr kirin ku li wîlayetên cuda yên Tirkîyê bi cîh bibin da ku carek din hevdu nebînin. Piştî wê operasyonek tam a tinekirinê hat destpêkirin. Kurdên Dersimê bê cudahî hatin qetilkirin.

Komkujîya Dêrsimê girêka stratejîya qirkirina gelê Kurd e. Plana tinekirina Kurdan di 1921ê de bi jenosîda Koçgirîyê hat destpêkirin û bi komkujîya Dersimê ya 1937-38an dewam kir. Ji komkujîya Gelîyê Zîlan, serhildana Agirîyê û heta îro dewleta Tirk bi şêwe û metodên cuda Kurdan yek bi yek, kom bi kom tine dike. Geh bi destê hêzên ewlekarîyên xwe, geh bi destê partîyên xwe yên siyasî û geh jî bi destê partîyên ku bi navê Kurdan xizmetê ji dewletê re dikin, Kurd raserî kujtin û komkujîyan tên.  

 Em jenosîd û komkujîya Dersimê ji bîr nakin. Di 86. salvegera komkujîya Dersimê de em serê xwe bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

 

Back to top button