Konsolosê Amerîka yê li Hewlêrê bi daxuyanîyekê anî zimên ku ew dixwazin ji nêzîk ve ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.
Di daxuyanîya Serkonsolosxaneya Amerîka ya li Hewlêrê de ev agahî hatin dayîn: “Em li bendê ne ku bi hevkarî û hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî nêzîk bikin”.
Di daxuyanîyê de tekezî li ser pêşxistina hevkarî û piştevanîya di navbera alîyan de hat kirin û kêfxweşîya xwe li hember vegera wezîrên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê bo Civata Wezîran nîşan da.
Wezîrên YNKê doh beşdarî civîna Encûmena Wezîran a bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûn.
Di derbarê vegerandina wezîrên YNKê de serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşîya xwe nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîma vekirina mûzexaneya nîştimanî ya Barzanî de piştevanîya banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo aştîya niştimanî kiriye.