Polîtîk

Em girêdayî helwesta Barzanî ne

Di parlementoya Iraqê de, berdevkê lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê, Mueyed Teyîb, diyar kir, hevpeymaniya Kurdistanê dê girêdayî helwest û biryarên serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û aliyên siyasî li ser stendina baweriyê ji hikûmeta Iraqê be.

Mueyed Teyîb, ji AKnewsê re got, em wek hevpeymaniya Kurdistanê girêdayî her biryarekî Barzanî û aliyên siyasî yên dixazin baweriyê ji hikûmeta niha ya Iraqê bistînin, ne.

Teyîb, diyar kir, aliyên siyasî yên neyarê siyaseta serokezîr Malikî xwestin bi rêya serokomar Celal Talebanî re baweriyê ji Malikî bistînin lê nebû, ji ber vê dê vê carê bi rêya lêpirsîna li dijî Malikî vê yekê bikin.

Back to top button