Polîtîk
Em êrîşên li HDPê hatine kirin rûreş dikin
Êrîşên ku li Çewligê(Bîngol) û li Erziromê li himberî HDPê hatine kirin, bi destên xêrnewazên ku li dijî
azadîyê û demokrasîyê nin , hatine lidarxistin.Me berîya vê jî gelek caran provokasyon û êrîşên bi vî
rengî dîtine.Yên van êrîşan didin kirin, hêzên tarî yên ku ji şer û pevçûnan xwînê distînin e.
Dewleta Tirkiyê divê di demeke herî kurt de failên van êrîşan tesbît bike û bidarizîne. Heger dewlet vê
berpirsiyariya xwe pêk neyîne, dê dewlet bi xwe wek sûcdar bê qebûl kirin.
Di van êrîşên vê dawîyê de, li Karliova ya qezaya Çewligê endamê HDPê Hamdullah Oge hate qetil
kirin. Duhî jî li Erziromê , êrîşkerên hov xwestin Aydın Taşkesenî bişewitînin.Û niha Aydin Taşkesen bi
granî birîndar e.
Em van êrîşên hov yên nîjadperestan bi tûndî rûreş dikin, şermezar dikin.Sersaxîyê ji malbata
Hamdullah Oge û ji HDPyîyan re dixwazin. Ji bo Aydın Taşkesen jî saxî û şîfayê dixwazin. 05.06.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)