Berdevka Yekitîya Ewropayê (YE) Nebîla Massralî, diyar kir ku Yekîtîya Ewropayê ji bo piştgirîya serwerî û yekparçeyîya xaka Iraqê wê li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam bin.
Massralî, di civîna çapemeniya ku li baregeha Komisyona Ewropayê hat lidarxistin de bersiva pirsan da û got: “Emê di çarçoveya piştgirîya xwe ya ji bo serwerî û yekparçeyîya axa Iraqê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin”. Massralî herwiha teqez kir ku divê welatên cîran rêzê li serwerîya Iraqê bigirin û destdirêjîyê li xaka Iraqê nekin.
Di dawîyê de Messralî got: “Em êrîş û bombebaranên li ser xaka Herêma Kurdistanê, ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyar e, bi tundî şermezar dikin”.