Sekreterê Giştî yê PDK-Î (Partîya Demokrat a Kurdistanê-Îran) Dr. Abdurrahman Qasimlo di 13.07.1989ê de, tevî hevalên xwe li paytexta Avusturya Vîyanayê bi destê ajanên Îranê hatin qetilkirin.
Dr. Abdurrahman Qasimlo bi dewleta Îranê re di nava dan û stendinê de bû, da ku pirsgirêka Kurdistanê bi danûstendin û dîplomasîyê bê çareserkirin. Di çarçoveya vê pêvajoya dan û stendinê de dema li Viyanayê bi nûnerên Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin dikirin, tevî hevalên xwe ji alîyê ajanên Îstixbarata Îranê ve hatin şehîdkirin. Tevî gelek belge û şahîdan jî, ji alîyê dewleta Avusturyayê ve tu doz li plansazên vê bûyerê nehatin vekirin.
Dr. Abdurrahman Qasimlo siyasetmedarekî welatparêz, dîplomat û rewşenbîrekî bi rûmet bû. Serkirde û pêşmergeyekî hêja bû. Şehadeta Dr. Abdurrahman Qasimlo ne tenê ji bo PDK-Î; ji bo Kurd û Kurdistanê li hemû cîhanê ziyanek mezin e.
Dewleta Îranê, di serî de bi kujtina Qazî Muhamed, Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî, bi komplo û qetlîamên bêhejmar hewl da ku têkoşîna azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê ti komplo û komkujî nekarî têkoşîna azadîya gelê me bisekinîne û rê li ber pêldana Ala Kurdistanê bigire. Alaya ku Pêşewa Qazî Muhamed radestî rêberê nemir Mola Mistefa Barzanî kiribû, îro di destê pêşmergeyên qehreman ên Rojhilatê Kurdistanê de li ba dibe. Ala Kurdistanê li her parçeyekî Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê bilindkirin.
Dr. Abdurrahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê wê di tekoşîna milletê Kurd de bijîn.
Di 34emîn Salvegera Şehadeta wan de em Dr. Em Abdurrahman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û bi vê minasebetê em carek din naletê li dewleta Îranê tînin.
Rojeva Kurd