Em dostayetiya ligel gelê Fransa bi şanaziyeke mezin dibînin
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Fransa François Hollande kir û di wê hevdêtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e gelê Kurd li Sûriyê parastî be. Herwiha di wê hevdîtinê de Hollande got ku pêşerojeke geş û pêşkeftin li hêviya Kurdistanê ye.
Îro Dûşema 25.02.2019 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwazî li François Hollande Serokê berê yê Fransa û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî gelekî bi germî bixêrhatina Serok Hollande kir û bi dostekî mezin ê gelê Kurdistanê wesif kir, ku di rojên dijwar û teng yên şerê terorê de serdana Kurdistanê kir û wê serdanê moral û hêviya gelê Kurdistanê bilind kir. Herwiha ragihand ku gelê Kurdistanê wê helwestê jibîr nake û xwe bi deyndarê Serok Hollande dizane.
Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransa jî kir ku herdem piştevan û dostê mezin ê gelê Kurdistanê bûne. Herwiha got: “Em dostayetiya ligel gelê Fransa ku miletekî xwedî prensîp e, bi şanaziyeke mezin dibînin.”
Her di vê civînê de Serokê berê yê Fransa pêzanînên xwe hebû ji bo qehremanî û wêrekî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku niha qonaxekî din li Kurdistanê hatiye holê û DAIŞ hatiye şikestin û herwiha hilbijartin hatiye kirin û proseya demokrasî jî li Kurdistanê bihêz û berdewam e
François Hollande ragihand ku, pêşarojeke geş û pêşketin li benda Kurdistanê ye dike. Serok Hollande spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûne pêşwazîkerê koçber û penaberan û alîkariya pêkhateyên Xristiyan û Êzdiyan kirine. Herwiha got ku helwesta Fransa li hemberî gelê Kurdistanê nayê guhertin, ku bi guhertina dem û çavên siyasiyan naguhere, lê belê Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne.
Di beşeke din a vê civînê de herdû aliyan behsa gefa teror û tundiyê li ser asayişa cîhanê û riyên nehiştina sedemên serhildana terorê û şerê îdeolojiya terorê, kirin.
Her di vê hevdîtinê de rewş û jiyan û guzeraniya Xristiyanan û Êzdiyên Kurdistanê û rewşa koçberan û peydakirina asayiş û xizmetguzariya xelkê ji navçeyên azadkirî hat nirxandin.
Rewş Sûriyê û pêşaroja gelê Kurd li wî welatî mijareke din a vê hevdîtinê bû û jibilî ku behsa pêşhatên dawî kirin, herdû aliyan tekezî li ser parastina gelê Kurd li Sûriyê û rêgirtina li koçberî û êş û azarên zêdetir ji bo Kurd li Sûriyê, kirin.