CîhanRojev

Em dikarin ji PKKê aciz bin,lê nabe em li Sûrî Kurda ji derve bihêlin!

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu tevlî bernameyeka rojnemevan Ruşen Çakir a Medyascopê bû. Davutoglu behsa rewşa Suriye û helwesta vê dawiya ya Tirkiye di derbarê Surî de kir.

Davutoglu dibêje: Rusya hewldide ku,rejima Suriye meşrû bike û Tirkiye li gel wan pêwendiyê deyne.Divê di hevdîtinên siyasî de armancek siyasî hebe.

Ji bo çi pêwendiyên Surî û Tirkiye sekinîn? Hevdîtina dawî, min li Şamê ligel Esad kir. Ji wê rojê heta niha rejima Surî li himber hemwelatiyên xwe çekên kîmyavî bi karanîn. Li Helebê,Hemayê,Dêrezorê, Latikiyê gelê xwe bombebaran kir. Rejimek ku keşe li gel gelê xwe heyî û bi arikariya welatên derve li ser ling mayî û bi milyona hemwelatiyên xwe koçber kirî û ew hatin Tirkiye, çewe pêwendî li gel bê dayîn?

Berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu dibêje: Ji bo pêwendiyek li gel rejima Surî 3 ihtimal hene. Yekem rejim xwe diguherinê û li gel gelê xwe dixwaze aşitîyekî pêkbîne. Tiştik bi vî awayî tuneye.

Duyem hemû axa welatê xwe kontrol dike û dixwaze di pêwendiyekî de vê yekê bike armancek. Tiştek bi vî awayî jî tuneye. Ma rejim axa Surî kontrol dike? Na.

Sêyem, gelo tu peyamên rejimê yên erênî di derbarê Tirkiye de hene ? tuneye. Dema ev sê ihtimal tinebin, Yek ihtimal dimîne.Ew jî ew e ku, bi zora Putin li ser daxwaziya Putin û Rusya ev pêwendî bê danîn ne tiştek raste.Rusya Tirkiye mecbûr dike.

Di derbarê pirsa Kurd de ji Davutoglu got:Nabe li Surî mirov Kurda,Ereba,Nuseyriya ji derveyê çareseriyekî bihêle. Mimkine mirov ji rejimê acizbe lê divê Elewî jî derveyê çareseriyê nemînin.

Davutoglu berdewamiya axavtina xwe de got: Em dikarin ji PKKê aciz bin. Ji bo vê jî sedemên me yên rast hene.Lê nabe em Kurdên suriye hemûyê bigrin himber xwe. Niha dixwazin ji bo faktora PKKê diji kurda bisekinin û wan wek dijmin bidin nasandin û herin rejima Suri re rûnin. Dixwazin me wek dijminê Kurda bidin nîşandan û li gel rejimê pêwendiyên Tirkiye çêbikin.

Back to top button