Polîtîk
Em di her mercîde bi canê xwe li gel serok Barzanîne
İnsiyatîfa Yekîtiya PDK(Lİ BAKUR) daxûyaniyek ji bo çapemeniyê ragihand. Berdevkê Însîyatîfê Ahmet Acar daxûyanî li himber çapemeniyê xwend û pişgiriya xwe ji bo banga serokê Kurdistanê ya serxwebûnêda kifşkirin.Di axavtina xwe de Ahmet Acar got:
Dijminan bi sed salan erdingeriye Kurdistanê parçe parçe kirin. Milletê kurd,bi gelek hijmara qatîlamên mezin dîtin,bê hêjmar sêdar dîtin,gôçeberî û nexweşiyên mezin,hilweşandinên mezin dîtin.
Di nawa ewqays kerasetên mezin’de têkoşîna azadiyê û berxwedana bi rûmet ne rawestandin û her berdewama.Ya herî ku qet nehate rewastidin têkoşîna kahramanî ya di rêberî û serokatiye kahraman Mele mistafa Barzaniyê nemir’de û kahramaniya pêşmergeyê Kurdistanê’da ku îro Devlete Federe Kurdistana başûr û bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî ku hatiye ber îlan kirina serxwebûnê nîşanî me daye.
Îro hatiye dîtîn ku Rêzdar serok Mesud Barzanî bi berdewamiye,rêbaza Barzaniyê nemir di qada nawnetewî’de bûye sembol û rêberê serxwebûna Kurdistanê.
Em weke însiyatîfa Yekîtiya PDK(Li bakur) bi dil û can piştgiriya banga Rêzdar Serok Mesud Barzanî, ya serxwebûnê dikin û em di her şert û mercî ‘de bi canê xwe li cem cenabê serok Mesud Barzanî’ didin diyar kirin.
Wek însiyatîfa Yekîtiya PDK (li bakur) me biryar da bû ku ji Amadê – Xabur ji bo piştgiriye banga Rêzdar Serok Mesud Barzanî 26-08.2015 bi meşin.
Lİ Bakurê Kurdistanê û tirkiye rojev ket nawa aloziyek ji provekasyona re amede. Sedemên ku di her demî de proveksyon dibê ku li rasta me werê kirin ü ji bona em tû riyê nedin nexweşiyek mezin, me weke Komisyona insiyatîfa yekîtia PDK (Li bakur) bi wê daxuyaniya çapemeniyê texîr kirine meşe xwe bi raya giştî re parwekir.
Slav û Rêz
Berdevkê Însiyatîfa Yekitiya PDK-Li Bakur
Ahmet Acar