Partiya Demokrata Kurdistanê di derbarê rewşa niha ya Iraqê de daxûyaniyek belavkir û li himber bûyerên li Iraqê rûdidin helwesta xwe diyar kir. Di vê derbarê de PDKê daxûyaniyek ragihand.
Ev deqê daxûyaniya PDKê ye:
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hember rewşa siyasî ya Iraqê nerazîbûna xwe nîşan da. Diyar e ji dema ragihandina encamên hilbijartinên Iraqê yên di Cotmeha 2021ê de û encamên wê, pirsgirêk, alozî û pêşhatên piştî hilbijartinan bûne asteng li pêşiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha destûrî.
Ji bo berjewendiya welat û ji bo parastina Iraqê ji metirsiyên ku rûbirûyê wê dibe, em bang li hemû serkirdeyên siyasî yên Iraqê dikin ku li hember qonaxa niha berpirs bin û bang li hemû aliyan jî dikin ku gavên cidî, pêwîst û bilez ji bo pêkanîna karekî berhemdar û serkeftî bavêjin.
Danûstandin li ser bingehê pabendbûna bi pirensîpên destûra Îraqê bo rizgarkirina welat ji xitimandina niha. Ji ber wê jî ji bo pêkanîna proseya çaksaziyê û guhertinên rasteqîne û başkirina rewşa niha ya Iraqê dikarin lihev bikin ku hilbijartinên pêşwext bên kirin piştî ku hemû alî lihev bikin û soz bidin ku bi encamên dawî yên hilbijartinan re wek ku tê razî bin.
Buroya Siyasî
Partiya Demokrat a Kurdistanê
13ê Tebaxê,