Cîhan

Em amadene bersiva êrîşa Aramco ya li Siudiyê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku,  ew dizanin kî êrîşê  Siûdiyê kiriye û ew amadene bersivê bidin.

Donald Trump di hesabê xwe yê twitterê de da xûyakirin ku, Amerîka amadeye bersiva êrîşa li ser Aramco ya Siudiyê bide.

Trump ragehand, naha bi guman ve em dizanin kî êrîş pêkaniye, ‘’Lê em li benda temambûna lêkolînan in û em amadene bersivê bidin.’’

Piştî wê daxuyaniya Trump Qesra Spî wêneyekî belav kir. Di vî weneyî de kifşe ku, 17 fûzeyên Cruz ji Îran û Iraqê hatine avêtin.

 

 

Back to top button