Polîtîk

Elî Qeredaxî: Her Pêşmergeyek bê kuştin şehîde

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhana Zanayên Îslamî radigihîne her Pêşmergeyek li dema bergirîkirin û parastina axa Kurdistanê de bê kuştin bi “Şehîd” tê hesab kirin.

Qeredaxî ragihand “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanêji bo bergirîkirin û parastina sînora Herêma Kurdistanê û xelkê navçeyên veqetandî li erkekî olî û pîroz dane. Li gor qurana pîroz û fermûdeyên Pêxemberê Îslamê (Sxl) ku dibêje‌: Her kesek bergiriyê li nefs û şeref û mal û samanê xwe bike û bê kuştin şehîde. Ji ber ku Pêşmerge xelkê mezlumê navçeyên veqetandî û asayîş û aramiya xelkê medenî diparêze, li gor ola bilinda îslam ew şehîd têne hesab kirin”.

Her wiha got:: “Pêşmerge parastina xelkê Misilman bi Şî’e û Sunne û xeyrî misilman dike, wan destdirêjiyê nekiriye ser kesek, belku li rewşa parastinê dane û li ser vê bingehê em kuştiyên Pêşmerge bi şehîd hesab dikin. Ew kesên zulm û destdirêjiyê dikin ser mal û mulk û canê misilman û xelkê medeniyê bêtawan li gor şer cihê wan agirê dojehê ye”.

Back to top button