Ekrem Salih: Teqandina otomobîla min kiryarek terorîstî ye
Berpirsê Şaxê Germiyanê yê PDK zanyariyên di derbarê teqandina otomobîla xwe de aşkera kirin û got: Ew karekî terorîstî ye û çavdêrî hatiye kirin.
Berpirsê Şaxê Germiyanê yê PDK Ekrem Salih tekez kir ku ew kar ji aliyê kesên şareza ve hatiye kirin.
Ekrem Salih, di civînek rojnamevaniyê de, di derbarê teqandina trimbêla xwe de axivî û got: „Hemû amaje wê yekê nîşan didin ku çavdêriya min hatiye kirin, berê otomobîla min li malê bû, ajokarê min anîbû derve û nêzîkî çarêkekê li derve bû, piştî ez li otomobîlê siwar bûm û otomobîl bi rê ve çû hat teqandin.
Salih bi berdewamî anî zimên û got: „Gumana min heye ku bi rêya kontrolê ji dûrve çavdêrî li min hatibe kirin, otomobîl bi wî awayî hatiye teqandin. Otomobîla min hemû şewitî, lê bi keyfxweşî ez bi xwe selamet im û hin ji wan pêşmergeyên li gel min bi sivikî birîndar in„.
Berpirsê Şaxê Germiyanê yê PDK got ku dibe ev kiryar kiryarek terorîstî be, ji ber tu pirsgirêka min li gel tu kesekî nebûye, ji bo wê jî daxwaz ji saziyên sînorê me dikim, li polîs û asayîşê ku lêkolînek hûr li ser vê bûyerê bikin.