Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EĞÎTÎM SEN) Şaxa Wanê bi wesîleya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyanîyek da çapemeniyê. Li ser navê Şaxa EĞÎTÎM SENa Wanê Lokman Babat metna çapemenîyê xwend. Di daxuyanîyê de pankarta “Her netew bi zimanê xwe heye, ziman hebûn e” hat hilgirtin. Di çalakîyê de dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jîyan nabe” hatin berzkirin.
Babat, bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî û wiha got: “Her ziman nasnameya civakê ye. Wendakirina zimanekî tê wateya windakirina wê civakê. Îro di encama polîtîkayên asîmîlasyonê de Kurdî û zimanên kevnar yên Anatolya û Mezopotamyayê di bin xeterîya windabûnê de ne”. Babat, anî zimên ku Kurd li hember hemû polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û got: “Ji bo zimanê Kurdî zindî bimîne di bin derfetên kêm û şert û mercên zehmet de xebat tên meşandin.Li hember polîtîkayên îmhayê yên li ser zimanê me bi komele, rojname û kovaran me zimanê xwe parast”.
Babat, anî zimên ku hikûmetê bi tayînkirina qeyûman hemû sazîyên zimanê Kurdî girtine û got: “Rojname, kovar, qenalên televîzyonê, sazîyên jinan, enstîtuya zimanê Kurdî û kursên zimanê Kurdî girtin. Di pêvajoyek wiha de parastina zimanê Kurdî berpirsiyarîyek girîng e. Em carek din di Roja Zimanê Kurdî de banga perwerdehîya bi zimanê xwe dikin”.
Babat herweha anî zimên û got: “Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê divê xala 42an a Destûra Bingehîn bê guhertin. Em hemû kedkarên ku zimanê Kurdî li dijî redkirin, asîmîlasyon û înkarê diparêzin bi rêzdarî silav dikin. Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin”.