Eger dewleta we tune be, hûn nikarin goristanekê jî biparêzin

Kurdistan24ê civaknas, nivîskar Îsmaîl Beşîkçî re hevpeyvînek çêkir. Di hevpeyvînê de, guftûgo li babetên niha yên germ wek hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, dosyeya PKKê, xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û pirsa destûra Herêma Kurdistanê ya ku niha dest bi karên wê bûne, tên kirin.

Kurdistan24: Berî derbasî nava pirsan bibim dixwazim tiştekî bipirsim, em xelkê Kurdistanê xweşhal in ku Beşîkçî heye û em gelekî ji te hez dikin. Hûn dema tên Hewlêrê û digihin vir, hestên we çawa ne?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez ji sala 2013an ve têm Kurdistanê. Gelek caran hatime, îro jî dubare li Kurdistanê me, gelek dilxweş im ku hatime Kurdistanê û bi taybet ku bi we re gotûbêjan dikin, hesteke gelekî xweş e.

Eger biçin nava pirs û mijaran, niha hilbijartinên Iraqê hatin kirin, ma ev hilbijartin dibin sedema çareseriya pirsgirêkên Kurdan bi Bexdayê re, herwiha ka vê jî bibêjim, serkirdeyên Kurd her dem dibêjin; pirsgirêka me bi Iraqê re, nebûna hevpariya rasteqîne ye. Bi nêrîna we, ev hevpariya rasteqîne ji niha û pê ve dê were cibicîkirin?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez her roj bi baldarî û girîngî li Kurdistan24 û kenalên baş dinêrim, bi vê boneyê ez spasiya Kurdistan24ê dikim ji bo vê vexwandinê. Hilbijartinên 10 Cotmehê, dikarim wiha behsa wê bikim, berî hilbijartinan, hin guhartin di yasaya hilbijartinê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatin kirin. Di van guhartinan de armancek ji bo kêmkirina dengên Kurdan yan çûna kêm li ser dindoqan hebû. Li Silêmanî û Helebceyê êrîş li kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê hate kirin. Li Şingalê PKKê rêgirî li kandîdên PDKê kirin ji bo propagandayê hilbijartinan nekin. Li Şingal, Silêmanî û Helebceyê hin hewl hebûn astengî hatin kirin ta ku welatî neçin ser sindoqan. Ligel wê jî, PDKê di hilbijartinên 10 Cotmehê de serkeftineke mezin bi dest anî, ji ber wê ez vê yekê girîng dinirxîmim.

Belê, lê di dawiyê de di navbera Kurdistan û Iraqê de gelek kêşe û pirsgirêk hene, ji piştî van hilbijartinan, ewên werin çareserkirin, ew hevpariya rasteqîne dê pêk were?

Em dikarin wiha bibêjin, di navbera hikûmeta Hewlêr û hikûmeta Bexdayê de gelek nakokî hene, herwiha gelek hevtêgihîştinên jî hene, ev ne yên îro ne, ji gelek salan ev nakokî hebûn û mane, lê belê Iraq naxwaze van pirsgirêkan çareser bike. Tirkiye jî naxwaze nakokî çareser bibin. Îran jî bi heman awayî naxwaze nakokî çareser bibin. Sûriye jî naxwaze û heta Amerîka naxwaze. Lê divê niyaza Kurdan a çareseriyê hebe, anku divê destpêkê Kurd bê westan li çareseriya wan pirsgirêkan bigerin, ji bo vê jî girîng e Kurd bi hev re tevbigerin û bi hev re kar bikin, ev girîng e. Berê hin nakokî di navbera Kurdan de hebû, di bîra we de çi di 16 Cotmeha 2017an de rû da, ji ber wê dibêjim ku yekbûn û karkirina bi hev re ji Kurdan re girîng e. Kurd ji bo wan nakokiyan çareser bikin, pêwîstiya wan bi gelek hewildanan heye. Divê niyaza Kurdan a çareserkirina nakokiyan hebe.

Dixwazim wê bipirsim ku ew yekbûn û yekgirtin di navbera Kurdan de dirust nabe, te behsa xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an kir, we dît ku Serok Barzanî ji bo encamdana referandumê çi hewl da, piştre jî grûpeke diyarkirî a di nav partiyekê de çi xiyanetî kir, ji bo çi ew tişt rû da?

Referandum gelekî girîng bû, pêwîst bû ku referandum bi vî awayî bihata kirin. 7ê Hezîrana 2017an Serok Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, ew di 25ê Îlonê de referandumê dikin. Piştî wê jî welatên rojava û Amerîka daxuyanî li hev dan û gotin niha ne dema referandumê ye, lê bi nêrîna min, ew referanduma Kurdan gelekî girîng bû û pêwîst bû bihata encamdan. Herçend e Ewropa, Tirkiye û Îranê jî nedixwast, herçend e Amerîka û Ereban jî nedixwast, ew referanduma Kurdan kiriye, gelekî girîng bû.

Eger em encam wek nimûne werbigirin, di referanduma 25ê Îlonê de ji Kurdan ji sedî 92.93 dengê belê da, vê encamê îradeya xelkê Kurdistanê nîşan da û Kurdan dikarin wê her demê bi kar bînin. Referandum pêwîst bû bihata kirin û hate kirin. Belê, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke gelekî mezin e. Kurdistanê di sala 1092an de hat dabeşkirin û perçekirin, ev rewş, ji Kurdan re rewşeke gelekî dijwar bû, dikarin bibêjin wek şikandina hestiyê peykerê mirovekî bû.

Kurd li Rojhilata Navîn nêzîkî 50 milyonî ne, lê ligel wê jî, vê hejmarê jî ti destkefteke mezin ji wan re nebû. Bila ez wê jî bibêjim, di baweriya min de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îdareyeke girîng û otonomiyeke girîng e. Lê Kurd li Rojhilata Navîn û li hember Tirk, Ereb û Farisan xwedî deskeftiyên xwe ne, her çiqas xwedî herêmek xweser bin jî, lê belê ev cudahî ne hêvîbexş e. Rewşeke gelekî giran e, dikarim wiha bibêjin ku pêwîst bû Kurd wê dabeşkirin û perçekirinê ji bîr nekin û waneyekê jê werbigirin. Ev perçekirina û dabeşkirin divê çi jê werbigirin? Bi nêrîna min diviyabû Kurd zêdetir bi hêsanî bi hev re gotûbêjan û diyalogê bikin.

Ji Kurdan re dibêjim, Kurd li Rojhilata Navîn hejmara wan ji 50 milyonî zêdetir e, wek nimûne li Netewên Yekgirtî û li sazî û dezgehên Ewropa, Parlamentoya Ewropa, Komisyona Ewropa û li Konferansa Îslamî jî nûnerên wan tune ne. Herçend e hejmara wan 50 milyonî zêdetir e, lê nûnerên Kurdan tune ne. Li Kendava Erebî binêre, Kuwêt, Qeter, Îmarat û Behrên hejmara wan ne milyonek jî, dewlet girîng e, dewlet girîng e, eger dewleta we tune be, hûn nikarin mûzexaneyekê jî ava bikin. Eger dewleta we tune be, hûn nikarin goristanekê jî biparêzin. Dewlet girîng e. Di sedsala 18an de Hegel dibêje: Sivîl dewletê dirust dikin, eger dewleta wan nebe, hûn nikarin şaristiyanetê dirust bikin. Her miletek dewleta wan nebe, nikare gavekê bavêje. Theodor Herzl yê Cihû di salên 1890 de dibêje, ew serdana dewlementên Cihû yên li Amerîka, Almanya, Îspanya û Fransa dike û di wê serdanê de ji dewlemendan re dibêje: Eger dewleta we tune be, ti qîmeta dewlemendiya we nîne. Ji ber wê girîng e hûn bibin xwedî dewlet. Bêguman ev ji bo Kurdan gelekî zehmet e, dabeşkirin û perçekirin rewek e 100 sal in berdewam e. Lozan rêkeftineke girîng bû, lê nûnerên Kurdan lê nebûn.

Niha mijareke din ku weke referandumê li qada Kurdistanê girîng e, ew jî destûr e, ji salên 1990î ve partiyên siyasî û xelkê Kurdistanê xebat ji bo dariştina destûrekê dikin, lê belê heta niha jî li Herêma Kurdistanê destûr tune ye, niha destûr bûye mijareke germ û karên nivîsandina wê dest pê kirine, gotina we ji bo partiyên Kurd li ser vê mijarê çi ye?

Niha gelek girîngtir e helwestek li ser destûra Iraqê ya sala 2005an bikin, di wê destûrê de maddeya 140 heye ne wisa? Ew madde li ser deverên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin e, dibêje referandum were kirin li wan deveran ku ji Kurdistanê hatine veqetandin, di encamê de eger li wan deveran nifûs û hejmara nişteciyên Kurd zêdetir bibe, ew dever dê vegerin ser Herêma Kurdistanê, eger Ereb jî zêdetir bin, diçin ser Bexdayê, lê belê ev pêk nayê, hikûmeta Iraqê naxwaze vê yekê bike, ev jî kêşeyeke kevn e, weke mînak; di sala 1970an de di navbera Mela Mistefa Barzanî û Sedam Husên de rêkeftin hat kirin, ev yek ji mijarên sereke bû, maddeyeke sereke bû, çi digot? Digot; li wan deveran referandum were kirin û li gor hejmara nişteciyên wan deveran, ser bi Iraqê bin an Herêma Kurdistanê, ji wê demê ve ev heye lê nehat kirin, çima nehat kirin? Çimkî Tirkiyê nedixwest, Îranê nedixwest, Iraq jî ligel vê nebû, loma nehat kirin, lê belê divê Kurd li ser vê mijarê rijd bin, divê biparêzin, ji ber vê yekê yekbûn û xebata bi hev re di navbera Kurdan de girîng e.

Baş e, niha li Herêma Kurdistanê, li Şingalê û li sînoran mijareke me ya din heye, PKK li wan deveran heye, loma Tirkiyê pêgehên PKKê bombebaran dike, ew dever dişewite, gund vala dibin û xelkê wan deveran aware dibin, niha ez dixwazim bizanim nêrîna we li ser vê mijarê çi ye? PKK li wir çi dike? Gelo pêwîst e ku PKK li wir be?

Tiştê ku PKK dike xelet e, pêwendiyên wan ên bi Heşda Şeibî re xelet e, Heşda Şeibî rêxistineke li dijî Kurdayetiyê ye, ango rêxistineke dijî Kurd û Kurdistanê ye, PKK ku rêxistineke Kurdî ye û pêwendiya wê bi Heşda Şeibî re heye, xeletiyeke mezin dike.

Belê, eger em ji Herêma Kurdistanê hinek dûr bikevin, niha li navçeyê mijarên germ hene, bi nêrîna we çi li navçeyê diqewime? Di van bûyeran de divê Kurd çi bikin û çi heye ku pêwîst nake bikin?

Niha tiştê girîng ew e ku Kurd hemû bi hev re karê bihevre bikin, lê belê ez dîsa dibêjim ku ev bi hêsanî nabe, weke me berê jî got, çimkî ev jihevketin di navbera Kurdan de ji berê ve heye, tevî vê yekê jî ev xebata bihevre girîng e, weke mînak; em dema behsa nakokiyên navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Hewlêrê dikin, behsa lihevnekirinê dikin, eşkere ye ku naxwazin kêşe çareser bibin, Iraq vê yekê naxwaze, Tirkiye naxwaze, Sûriye naxwaze, Îran naxwaze, Amerîka jî naxwaze, loma yekbûn gelek girîng e.

Ango eger her tiştê ku Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq naxwaze, nabe Kurd bikin?

Karê bihevrebûna Kurdan girîng e, divê Kurd bixwazin û bi israr li ser bixebitin, ku dibêjin salên 1920î Kurd parçe parçe û dabeşkirî bûn, niha ku rewşenbîrên Kurd ligel dîplomatên Îngilîz, ligel dîplomatên Fransa di civînên taybet de dibêjin ‘We neheqiyeke mezin li hember me kiriye, salên bîstan we li hember Kurd û Kurdistanê neheqî kiriye’, ew dîplomat di civînên taybet de dibêjin ‘Belê li hember Kurdistanê neheqî hatiye kirin, lê belê di civînên fermî de hûn ji bo rastkirina wan neheqiyan ti tiştekî nakin’, ji ber vê yekê divê Kurd bi xwe bikin.

Çima Kurd nabin yek, ev jî mijareke girîng e, niha Kurd di çi qonaxa gihiştina civakê de ne, milet in an di qonaxa beriya miletbûnê de ne?

Binêre, em behsa salên bîstan dikin, ku di serdema civaka gelan de neheqiyeke mezin li hember Kurdan hat kirin, di wê demê de ku Civaka Gelan hebû, di Yekîtiya Sovyetê de Lenîn, Stalîn, Troçkî ji bo netewa xwe gelek dixebitîn û gotûbêj dikirin, ji bo welatê xwe ev yek dikirin. Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê Serok Wilson bi heman şêwe bixebitî, yanî di serdemeke wiha de di sala bîstan de em dibînin ku Kurdistan hatiye dabeşkirin û parçekirin, ev ji bo Kurdan gelek ne xweş e, divê Kurd ji vê yekê fêm bikin, ez bawer im heta niha Kurd ji vê parçebûn û dabeşbûnê fêm nakin û dema fêm bikin dê bibin yek û xebata wan a bihevre dê hêsan bibe.

Niha em bi hev re gihîştin xalekê, di vê xalê de şîreta we ji bo partiyên Kurd û ji bo Kurdan çi ye?

Gotina min ew e ku divê Kurd fêm bikin ku neheqî li wan hatiye kirin, divê ew sala 1920î ji aliyê dîrokî ve baş binirxînin, weke mînak; Lozan, li Lozanê mijara herî girîng Kurdistan bû, lê belê nûnerên Kurd li wir nebûn, diviyabû bi taybetî nûnerên Kurdan li wir bin, lê nebû, di salên bîstan de li Başûrê Kurdistanê ev serok hebûn, ne wisa? Belê, Şêx Mehmûd Berzincî nûnerên xwe şandin Lozanê, lê belê ji aliyê rêveberên Îngilîz û Fransî û nûnerên Tirk ve rêgirî li wan hat kirin ku bigihîjin Lozanê, bi vî awayî Kurd û Kurdistan dabeş kirin û parçe kirin, nûnerên wan jî negihîştin, eger Kurd bizanin ku li wir neheqî li wan hat kirin, dê xebat û yekbûna wan hêsantir bibe.

Em tên dawiya bernameya xwe, loma pirsyarek ku min nekiribe an tiştekî ku cenabê we bixwaze lê zêde bikin heye?

Binêre, Kurd fêmkirina wan ji bo tiştan lawaz e, têgihiştina wan bo niştiman tune, lê belê ji sala 1961ê ve şer hebû û berê jî şer kirine, lê belê ew şer ne ji ber têgihiştina wan a bo niştiman derxistine. Îro ji Başûr xelk tên Bakurê Kurdistanê li wir ji bo betlaneyê diçin cihekî weke Mêrsînê, diçin Egeyê, lê belê naçin Wanê, naçin Bîngolê, naçin Diyarbekirê, diçin Mêrsînê, li qeraxên Deryaya Reş digerin û gelek pere xerc dikin, lê belê naçin Bîngol û Diyarbekir û Wanê, ev ji ber lawaziya têgihiştinê ye ji bo niştiman, dibêjin qey li qeraxên Deryaya Reş ji Kurdan hez dikin, berevajî vê, dijayetiya Kurdan heye, li Mêrsînê di Cejna Qurbanê de malbateke Kurd rastî rewşeke dijwar hat, dema diçin wê derê ji we re dibêjin ‘hûn Kurd in an Ereb’, dema dibêjin ‘Kurd im’, rastî rewşeke gelek ne xweş tên, eger wisa ye, çima hîn jî xelkê Başûr diçin wan deran? Li wir ji wan hez nakin, li Îzmîrê sekretera Partiya Demokrat a Gelan (HDP) hat kuştin, li Aksaray malbateke Kurd 7 endamên wê hatin kuştin, çima Kurd hîn jî diçin û nayên Wanê? Ev jî kêşeyeke din e. Têgihiştina niştiman tune ye, lawaz e, loma îdareya Herêma Kurdistanê divê baş bixebite ji bo çêkirina hestê netewî, li sektora perwerdeyê cih ji vê yekê re veke, li cem Kurdan tevî ew qas şer û hemû bacên ku dane, hestekî niştimanî çênebûye, loma divê ji bo vê yekê bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.

Gelek baş e mamoste, em zû gihîştin dawiya bernameyê, em gelek spas dikin ku we daxwaza me red nekir. Ez spasiya we dikim, Kurdistan24 li gor bingeha azadiya rojnamevanî ya navdewletî karê xwe dike û ez bawer im ev yek girîng e û ez hêvî dikim hûn berdewam bin.

Nerîna min :