Eger Bexda razî nebe kurd diçin referendumê
Hevpeymaniya Niştimanî (hevpeymaniya şîeyan) bersiva nameya serokê Kurdistanê da û li gor naveroka wê nameyê şandeyeke bala ji herêma Kurdistanê ji bona danûstandinan bi berprisên hikûmeta fedral re diçe bexdayê.
Berî çend rojan şandeyeke herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû ûnameyeke serokê Kurdistanê bi xwe re bo hevpaymaniya niştimanî bi xwe rd biribû. Di nameyê de şert û mercên herêma Kurdistanê bi çareserkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê hatibûn diyar kirin.
Duh jî, serokayetiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û bi amadebûna serokê parlamentoyê û serokwezîrê Kurdistanê, îro şemîyê 20.04.2013ê Îtîlafa Hêzên Kurdistanî digel wezîrên kurd yên hikûmeta Bexdayê û serokên fraksiyonên hêzên kurdistanîyên nav parlamentoya Îraqê civiya.
Di civînê de, ew nameya Îbrahîm Ceferî serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî (hevpeymaniya Şîeyan) bo Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê hinartî, ji aliyê beşdarên civînê ve bi erênî hate nirxandin û civînê biryar da ku, li gor naveroka wê nameyê şandeyeke bala li ser navê herêma Kurdistanê, ji bona danûstandina bi hikûmeta Îraqa federal re biçe Bexdayê.
Şandeya herêma Kurdistanê dê ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û ji bona diyarkirina mekanîzmekê ji bo hevbeşî û hevsengiyê di îdare û hikûmdariyê de danûstandinan bi hikûmeta federal a Îraqê re bike.
Hêmin Herwamî endamê serkirdayetiya PDK li dor danûstandinên Hewlêr û Bexdayê di daxuyaniyekê de dibêje ku, eger vê carê jî Bexda daxwazên kurdan cîbicî neke û hîngê kurd neçar dibin li alternatêvek din bigerin ku ew jî referendum li ser cudabûba ji Îraqê ye.