Eger Barzanî serxwebûnê de berdewam be, em hemû dibîne Pêşmergeyên wî
Barzanî li bernameya damezrandina dewleta Kurdistanê de berdewam bibê, xwedê jî piştgîriya dike û em hemû jî dibîn Pêşmergeyê wî
Dr. Seyîd Ehmed Pêncuwênî ragihandiye ku ew wekî Zanayên Ola Îslamê, hêviya kevina neteweya Kurd bibê xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Heman demî de dibêje: “Eger birêz Mesûd Barzanî li ser wê bernameya xwe berdewam bê û berev damezrandina dewleta serbixweya Kurdistanê hengav bavêje, wê demê ji bilî wê yekê ku tacek dike serê xwe, eve hemû mîllet jî li gel dibê û xwedê û ferîşte jî piştevaniyê lê dikin û hîdayetê didin. Em hemû jî Pêşmergeyê wî dibîn û li pişta wî dibîn ku ew wê armanca mezin pêkbîne.”
Dr. Seyîd Ehmed Pêncuwênî li hevpeyvînek de ragihand: “Em wekî Zanayên Ola Îslam hêviya me ya kevine ku neteweya Kurd bibê xwediyê dewleta xwe ya serbixwe, eve jî ji aliyek ve mafe û ji aliyeke din ve jî erke. Ji bo wê yekê divê tevahiya xelkê Kurdistanê, bi partiyan ve, hemû vê pirsê bikin ewlewiyeta xwe û hewl bidin hevkar bin bo ku dewleta Kurdistanê dabimezrê. Ji bo wê yekê eger birêz Mesûd Barzanî li ser wê bernameya xwe berdewam bê û berev damezrandina dewleta serbixweya Kurdistanê hengav bavêje. Wê demê ji bilî wê yekê ku tacek dike serê xwe, eve hemû mîllet li gel da dibê û xwedê û ferîşte jî piştevaniyê lê dikin û wî hîdayet didin. Em hemû jî dibîne Pêşmergeyê wî û li pişta wî dibîn bo ku ew wê armanca mezin pêkbîne.
Her wiha got: Ez eve cara sêyeme li konferansa rêxistinên nehikûmiyan de beşdar dibim, ji bo pirsa damezrandina dewleta Kurdistanê bîkîn pirsek li nav raya giştî ya Kurdistanê, bo ku serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê neçar bikîn zêdetir li ser vê pirse rawestin û biryara serbixweya Kurdistanê bide. Bi taybetî ku niha reftarên dîktatoriyeta Malîkî beramber neteweya me dibînîn, eve wiha dike ku cûda bibîn û biryara serbixweyî ya Kurdistanê bidîn.”