PolîtîkRojev

Efûya giştî nehatiye rojevê


Peyvdarê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna MKYKê(Organa biryar û Reveberiya Nawendî) der barê rojevê de daxuyanî da.

Çelîk der barê îdiayên ku dê dawiya salê efûya giştî bê derxistin wiha got: “Ev mijar qet nehatiye rojevê.”

Çelîk li ser pirsa, daxwaza Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo vegerandina alîkariya Xezîneyê ya ji bo HDP’ê red kir, wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn perspektîfek yekalî pêk tîne. Ji bo parastina demokrasiyê divê li dijî terorê tedbîrên herî xurt bên girtin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek e ku dikare qelsiyê çêbike.

Çend xalên daxuyaniyên Omer Çelîk wiha ne:

Amadekariyên hilbijartinên herêmî dest pê kirin. Siyaset karekî berdewam e. Xizmeta welatiyan nayê qutkirin. Pêvajoya xizmetê bi tu awayî nikare li betlaneyê were danîn. Ji bo ku em di hilbijartinên herêmî de xwe baştir bi rêxistin bêxin û heta pêvajoya hilbijartina herêmî têkiliyên ku me li ber çavan girtine pêk bînin, em ê têkiliyên xurt bimeşînin. Em nirxandinan dikin, li cihên ku dengên me lê zêde bûne, kêm bûne, em lê xurt in û nikarin lê bin, hêviyên welatiyên me ji me diyar bikin.

Têkoşîna berfireh a li dijî terorê ya ji aliyê Wezareta me ya Karên Hundir, Wezareta Parastina Neteweyî û MÎT’ê ve wê dewam bike. Der barê FETOya ku wê bigihêje qonaxeke nû jî agahî hatin bidestxistin. Têkoşîna me ya li dijî terorê wê bi xurtî bidome. Em ê pêşî li êrîşên li ser xaka xwe bigirin.

Omer Çelîk, li ser îdiayên ku dê di dawiya salê de efûya giştî bê derxistin jî got, “Heta niha di MYK û MKYK’ê de mijareke wiha nehatiye nîqaşkirin.”

Back to top button