Civak

Edhem Barzanî hewila aşitiyê dide

Edhem Barzanî endamê berê yê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di peyameke xwe de ku, di malpera xwe ya Facebookê de weşandiye aşkere dike ku wî peywendî bi berprisên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye û daxwaz ji wan kiriye ew şer bilezgîgînî bê rawestandin û pirsgirîkên xwe bi diyalog û danûstandinan çareser bikin.Barzanî dinivîse: – Mixabin, îro (duhî) nûçeyên qewmîna şer û pevçûnan di navbera hêzên PKK û pêşmergeyên PDKÎ gihiştin me, ev nûçe yek ji nexweştirîn nûçeyan bû ku, divê rewş û dema nazik de, bi taybetî ku doza rewaya gelê me di îmtîhaneke mezin de derbas dibe, em dibihîsin.Edhem Barzanî wê bûyerê şermezar dike û daxwazê ji her du aliyan dike bilezgînî wî şerî bidawî bînin û şerê xwekujî bi yekcarî ji bîr û bîranînên me paqij bikin.Ew berpirsê berê yê PDKê di peyama xwe de daxwazê ji hemû kanal û saziyên ragehandinê dike li ser wê bûyerê gelek bi berpirsiyarane tevbigerin û ji bo berjewedniya neteweyî tiştên mezin biçûk bikin û yên biçûk jî mezin bikin. Barzanî dinivîse:- Piştî min peywendî bi her du aliyên vê bûyerê ku, li devera Xirêne û Kêleşîn ser bi nahiyeya Sîdekan qewmiye kirî, min hest bi wê yekê kir ku, her du alî li hember wê bûyerê dilgiranin û ji bo ew bûyer mezin nebe amadene dest bi danûstansinan bikin.

Back to top button