Polîtîk

Ebdî behsa diyalogê dike gelo çikas rast e?

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî ji medya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re axivî.Di axavtina xwe de behsa diyaloga di nava kurdan de li rojavayê Kurdistanê û herweha behsa pêwendiyên li gel rejima Suriye kir.

Lê gelo Ebdî di gotinên xwe de çikas diruste û gelo ji derî siyaseta PKKê dikare tevbigere yan na?

Ebdî beşek axavtina xwe de dibêje: “Ev 12 sal in em hewl didin bi rejîma Sûriyeyê re bi diyalogê çareseriyê pêk bînin. Em bawer dikin ku dê bi rejîma Sûriyeyê re diyalog çêbibe.

Em dê xebatên xwe bidomînin. Di navbera me de hevdîtin hene.

Lê lihevkirin nîne. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê hîna ji çareseriyê re ne amade ye. Ji bo vegere rewşa beriya 2011an şertên wê hene.”

Ji xwe roja ewilde li ser daxwaziya rejima Suriye û pişgiriya Îranê herêma rojavayê Kurdistanê ji bo PKK hate valekirin. Deverên ku rejimê nexwest HSD nêzik nebû. Heta hinek deverên ku HSDê ji destê DAÎŞê xilas kirîn bi vîna xwe radestî rejimê kirin.Yanî tu cara hemahengiya rejimê û PKKê xira nebûye. Heta wek vê gavê gelek dezgehên rejimê li rojavayê Kurdistanê kar dikin û karê xwe de çalakin, heta wek niha di çerçoveya hemahengiyê de dahatuya petrola Rêmêlan beşek diçe Şamê û nûnerên rejimê  li deverê ji bo kontrolkirine hene.

Ebdî tiştek nû nabêje, ji xwe dawiya Ebdî ewe ku, dê HSDê radestî rejima Esad bike û wê bibin beşek ji Artêşa Rejima Esad. Dema dem Werê dê rejim biryara xwe di vê derbarê de bide.

Di derbarê pêwendiya li gel Tirkiye Ebdî dibêje: ” Bi şertê ku dewleta Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê ji herêmên dagirkirî derkeve, ew dikarin bi Tirkiyeyê jî diyalogê bikin.”

Ebdî li vê derê jî rastiya xwe nabêje. Gava ku Tirkiye bixwaze û rêbide Ebdî û hevalên wî ji vê yekêre amadene. Her weha berî demekî Saleh Muslim da xûyakirin ku, ew amadene li gel Tirkiye pêwendiya deynin. Mercên ku Ebdî dibêje mercên Esade ku ji Tirkiye dixwaze.

Ebdî di axavtina xwe de behsa diyaloga nava aliyên Kurd de li rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: ” “Di pêvajoya diyalogê gaveke baş hat avêtin. Di aliyê siyasî de PYNK û ENKS gihîştin yek nêrînê.

Mijarên pratîk ên wekî, ‘çawa tevlî îdareyê û hilbijartinan bibin’ mabûn. Li vir diyalog sekînin.

Ji ber gelek sedeman ev sekinî, niha cardin ji me û Amerîka, Brîtanya, Fransa xwestek heye.

Îhtimaleke mezin e di meha Tebaxê de cardin pêvajoya diyalogê destpê bike.”

Ev babet gelekî hesas e û di vê derbarê de, pêvajoyên cuda hatine derbas kirin. Ji berî hertiştekî, 3 cara di navbera ENKS û PYDê de Peyman çêbûne, merc hatinê gotubêj kirin û Peyman hatine îmzekirin. Lê rojekî jî PYD guh nedaye van peymana û ew ji holê rakirine.

Diyalogek dirêj li ser daxwaziya Amerika û hevpeymaniyan navbera ENKSê û PYDê de çêbû. Lê dawiyê de ji aliyê PYDê ve diyalog hate sekinandin. Ji ber ku di van cureyên hevkariya de biryar ne ya Ebdî yan jî ya PYDê ye. Biryar biryara PKKê ye. Eger Qendil biryarê nede PYD nikare gavekî bavêje. Siyaseta Qendil têzanin , dema tengasiyêdebin behsa her cureyê hevkariyê dikin. Dema karê wan xilas dibe hevkariya nasnakin û dev jê berdidin.

Niha rêyek tenê li pêşiya Ebdî û PYDê heye. Eger bikaribin ji derê îrada Qendil ew bi xwe Îrada xwe bikin û hewlbidin peymanek di nava Kurdên rojavayê Kurdistanê de çêbe, dikarin vê yekê bikin. Herweha  eger rojavayê Kurdistanê kurd bibin xwedî stûtêyekî mayinde rêya yekem avakirina yekitiyekê di nava mala Kurd de ye.

Em dizanin ku, PKK naxwaze li rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statû. Heta wek vê gavê dîtina Abdullah ocalan ya di dema li Suriyebû gotî tê rêve birin. Ocalan digot: ” Kurdistan li Suriye tuneye, kurdên Suriye hemû ji bakur wek penaber hatine ser vê axê, dê rojekî vegerin cihê xwe.”

Heta niha Rêveberiya Xweser tişta ku kirî valekirina rojavayê Kurdistanê ji Kurdan e. Cihek wek Qamişlo hêjmara Ereba gihaye hejmara kurdan û ihtimale ku, zêdetir bê jî. Li gelek navçeyên rojavayê Kurdistanê demokrafî hatiye guhertin û ereb gelektir bûne. Bi dehê hezaran kurdan ji ber desthilata PKK/Rêveberiya Xweser terka rojavayê Kurdistanê kirine.

Yanî Kurdistan ji kurdan vale bûye, ciwan yan nemane yan jî bi darê zorê wan dibin leşkeriyê û zarokan ji malê wan direvînin û bi çek dikin.

Ev hemû rastiya PYDê,Mazlum Ebdî û reveberiya xweser e. Yanî biryar û siyaset di destê PKKê de ye.

Heta girtî û zîndaniyên ENKSê hebin kirête ku behsa diyalogê bê kirin.

24.07.2024

Nêrîn/Şirove

Back to top button