DYA: “Tirkiyeyê nameya qebûlkirina F-16an îmze kir”
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Tirkiyê teklîf û nameya qebûlkirina ji bo kirîna balafirên şer ên F-16 ji Amerîkayê îmze kiriye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got: “Tirkiyeyê ji bo kirîna F-16an teklîf û nameya qebûlkirinê îmze kir. Ev firotin veberhênanek e di şiyana operasyonên hevbeş ên bi NATO re û dê piştgirî bide berjewendîyên ewlekarî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirkiyê û hevalbendiya NATO.
Piştî ku Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê pejirand, rêveberiya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin firotina F-16ên bi bihayê 20 milyar dolarî ji bo Tirkiyeyê û Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bang li Kongreya Amerîkayê kir ku vê firotinê erê bike.
Di daxuyaniya îro ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat gotin, “Amerîka îro bi serbilindî radigihîne ku di warê kirîna firokeyên şer ên nû yên F-16 Block-70 de ji aliyê Tirkiyê ve gaveke girîng hatiye avêtin, ya herî pêşketî ya ku heta niha hatiye hilberandin.
Tê plankirin ku Tirkiye 40 balafirên şer ên nû yên F-16 Block 70 ji Amerîkayê bikire û ji bo nûkirina fîloya heyî jî 79 kîtên nûjenkirina F-16 bikire.