Cîhan
DYA pêşbînî dike ku Îran dê êrîşî Îsraîlê bike, lê ew ê ne ewqas mezin be !
Rayadarekî Amerîkî daxûyakirin ku, Amerîka çaverêya Îran êrîşrkî li Îsrail bike, lê ew êrîş dê ewqas mezin nebe ku Washingtonê bikşîne nav şer.
Qesra Spî berê jî gotibû Waşîngton şer naxwaze, û Amerîka jî ji Îranê re gotibû ku ew beşdarî êrîşeke asmanî li ser fermandarekî leşkerî yê Îranê li Şamê nebûye.
Koşka Spî amaje bi wê yekê jî kir, ku wan hişyarî daye Îranê vê êrişê weke hincet ji bo zêdekirina rageşiya li navçeyê bikar neyne.