CîhanRojev

DYA li dijî Îranê kampanyayeke cezayên tund amade dikin

Komîteya Lêkolînên Komarî ku mezintirîn koma Komarî li Kongresê ye, kampaniyek bi navê “pakêta herî tund a cezayên di dîrokê de” amade dike, ku balê dikişîne ser qutkirina çavkaniyên darayî yên Îranê ji bo komên çekdar li navçeyê û tundkirina cezayên li ser firotina petrol a Îranê.

Senatorê Komarî August Fluger, ku serokatiya kampanyaya qanûnê dike, ji Free Beacon re got.”Em hewl didin ku piştgiriyek têra xwe li Kongresê kom bikin da ku di demek nêzîk de pakêtek nû ya toleyan li dijî Iranê amade bikin,”

Wî got ku yek ji cezayên ku di pakêtê de cih digirin dê li dijî Rêberê Bilind taybetî û rasterast be.

Fluger got: “Kampanyaya wan bilez e ji ber ku Îran nêzîktir dibe ji bo pêşxistina çekên navokî di heman demê de ku dijberiya bizavên rêveberiya Trump dike û ne amade ye danûstandinê bike, lê pakêta sizayan dikare zextek bihêz be ji bo zêdekirina fişaran li ser rêberên Tehranê,”

Wî her weha geşbîniya xwe diyar kir ku dê pêşnûmeyên baş werin pîvandin û ji bo pejirandinê dê di Kongreyê de piştgirî were kirin.

Li gorî rojnameya Amerîkî, ev duyemîn pakêta dorpêçên tund e li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya August Fluger. Pakêta yekem ji bo bidawîkirina mûafiyeta Iraqê ya li ser kirîna elektrîkê ya Îranê bû, ku berê ji aliyê rêveberiya Biden ve hatibû nûkirin û 10 milyar dolar dahat ji Îranê re dianiya.

August Fluger pêşnûmeqanûnek ji bo bidawîkirina mûafiyeta kirîna elektrîkê ya Îranê li Kongreyê pêşkêş kir, ku bi 259 dengên erê bi dawî bû.

Li gorî rojnameya Washington Free Beacon, ger kampanya Fluger bi ser bikeve, dê piştgiriya aborî ya Îranê ya ji bo Hamas, Hizbullah û Hûsiyên li Yemenê bi dawî bibe, di heman demê de divê hemû rêveberiyên piştî Trump li gorî pakêta cezayên li dijî Îranê tevbigerin.

Back to top button