Cîhan

DYA êrîşê Yemenê kir

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkayê bi dehan êrîşên esmanî birin ser paytextê Yemenê Sana û parêzgehên Sada, Hudeyde, Cewf û Amranê.

Li gor nûçeya ku li ser malpera televizyona El Masîra ya Yemenê ya Hûsiyan e hatî weşandin, balafirên şer ên Amerîkayê 2 êrîşên esmanî birin ser Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê û êrîşek jî li ser navçeya Tehrîr a li navenda Sanayê .

Di der barê rewşa balafirgehê de agahî nehatin dayîn, di êrîşa li ser Tehrîrê de ziyan gihîşt mal û cihên kar ên welatiyan.

Balafirên şer ên Amerîkayê 4 êrîşên hewayî birin ser herêma Cerban a navçeya Senhan a paytext Sanayê. Li herêma Sarfê ya navçeya Benî Heşîş a Sanayê di êrîşa hewayî de kesek birîndar bû.

Her wiha herêma El-Asayid a girêdayî navçeya Kitaf a Sada bi 5 êrîşên hewayî hate hedefgirtin, li taxa El Salim a heman parêzgehê jî 2 êrîşên hewayî hatin lidarxistin.

Back to top button