Civak

DXB arikariya xelkê Wankê dike

Roja Şemiyê Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî, bi fermana Serokê Kurdistanê , alîkariya mirovî gihandin welatiyên sînorê rojavayê Dicle.

Bi fermana Mesûd Barzanî 24 kamyon ku tê de 36 ton xurak û pêdiviyên pizîşkî û 5 hezar caket û 90 hezar litir sûtemenî û pêdiviyên din gihandin cihên ku di van çend rojan de hatine azadkirin.

Ew alîkarî bi hevbeş ligel Xaça Sor ya Îmaratî giha gundên nahiya Wankê ku, bêhtir ji 5 hezar malbatên Ereb û pêkhateyên din li wê navçeyê mane.

Ew alîkarî cara yekêye dighin wê navçeyê û bi bê cudahiya netewî bi ser welatiyan de tê dabeşkirin.

Back to top button