Polîtîk

DXB alîkarîkirina penaberan de berdewame

Çalakî û alîkariyên heftaneya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberan:

 

Xorek û ciluberg û pêdiviyên zivistanê li ser 7500 malbatan hate dabeşkirin

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewame li ser dabeşkirina alîkarî û hevkarî û pêdiviyên rojane û zivistanê li ser penaberan da, li helmetek de li her yek li wargeha Akrê, Herşem, Gewîlan û koçberên xwarê Iraqê yên li dewrubera bajarê Hewlêrê xorek û ciluberg û pêdiviyên zivistanê li ser 7500 malbatên penaberan da dabeşkir.

Roja 23/02/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê, bi awayeke berdewam xorek û pêdiviyên zivistanê ciluberg û dehan cûreyên dinê pêdiviyan li ser wan da dabeş dike. Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Gewîlan bi hevkarî li gel rêxistina Heyva Sor a Îmaratî li helmetek da 3300 karton xorek û 200 seley tendirustî û 26 lank û çerşefê zarokan û 10 supa li ser 3300 malbatan da dabeşkir.

Ji aliyekî din ve li wargeha Herşem jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Heyva Sor a Îmaratî li helmetek da cilubergên zivistanê li ser (3000) malbatên penaberên wargehê de dabeşkir. Ji aliyekî din ve li wargeha Akrê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Heyva Sor a Îmaratî xorek li ser (650) malbatên penaber da dabeşkir.

Her li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dabeşkirina xorek û pêdiviyan li ser penaberên xwarê ya Iraqê ku niha li dewrubera bajarê Hewlêrê nîştecîhin, Dezgeh bi hevkarî li gel rêxistina Îxaseya Îslamî (500) cê xorek li ser (500) malbatên penaberên xwarê Iraqê li bajarê Ayînde, Aştî 1 û 2 û Hîran Sîtî 1 û 2 û Kesnezan û Daretû û Bineslawe dabeşkir.

 

Hevkariya 8200 malbatên koçberên li wargeh û dewrubera Hewlêrê hate kirin

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewame li ser dabeşkirina alîkarî û hevkarî û pêdiviyên rojane û zivistanê li ser penaberan da. Li her yek li wargeha Akrê, Quştepe, Gewîlan û koçberên xwarê ya Iraqê yên li dewrubera bajarê Hewlêrê xorek û ciluberg û pêdiviyên zivistanê li ser 6500 malbatên penaberan da dabeşkir li gel dabeşkirina şîr û pota zarokan li ser 556 zarokan da.

Roja 25/02/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê, bi awayeke berdewam xorek û pêdiviyên zivistanê û ciluberg û dehan cûreyên dinê pêdiviyan li ser wan da dabeş kir. Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Gewîlan bi hevkarî li gel rêxistina Heyva Sor a Îmaratî li helmetek da 1200 karton xorek û pêdiviyên zarokan li ser 1200 malbatan da dabeşkir.

Ji aliyekî din ve li wargeha Akrê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Heyva Sor a Îmaratî li helmetek da cilubergên zivistanê li ser (5300) malbatên penaberên wargehê de dabeşkir. Ji aliyekî din ve li wargeha Gewîlan Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Heyva Sor a Îmaratî şîr û şîrê toz û sabun û xorekê li ser (1200) malbatên penaber da dabeşkir.

Heman demî de li wargeha Quştepe li helmetek da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şîrê zarokan li ser (556) zarokên wargehê de dabeş kir ku ji bo her zarokek (3) qutî şîr hate belavkirin.

Her li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dabeşkirina xorek û pêdiviyan li ser penaberên xwarê ya Iraqê ku niha li dewrubera bajarê Hewlêrê nîştecîhin, heta sê mehan dezgeh bi hevkarî li gel rêxistina Îxaseya Îslamî (500) cê xorek li ser (500) xêzanên penaberên xwarê ya Iraqê li bajarokên Ayînde, Aştî 1 û 2 û Hîran Sîtî 1 û 2 û Kesnezan û Daretû û Bineslawe hate belavkirin.

 

D.X.B. xwarin û ciluberg û sûtemeniyê digihîne 2000 penaberên ser çiyayê Şengalê

 

Li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberên ser çiyayê Şengalê bo çendîn car tîmên Dezgehê bi awayeke bernamekirî alîkarî û hevkariyên xwe digihînin ser çiya û li ser penaberan da dabeş dike. Li helmetekî nûda bi amadebûna Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xorek û sutemenî û ciluberg û têşt û xwarina beyaniyan gihande 2000 dû hezar penaberên li ser çiyayê Şengalê.

Roja 27/02/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo penaberên ser çiyayê Şengalê, piştî wê yekê ku li rêya asmanî û hişkaniyê ve çendîn car alîkarî û hevkariyên berfireh gihande penaberên ser çiyayê. Ji niha de bi awayeke berdewam xorek û pêdiviyên zivistanê ji bo wan dabîn dike û li rêya tîman ve li ser wan de dabeş kir. Li helmetek da li ser çiyayê Şengalê bi amadebûna Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîmên dezgê xoreka mehane ji bo 2000 dû hezar malbatên ku ji bo her xêzanek kartonek birinc û savar û rûn û fasûlya û xwê û ava temate û hwd. têdabû dabeşkir, li gel dabeşkirina 40 lîtir sutemenî ji bo her malbatek ku bi sedema demsala serma û baran barînê ve pêwîstiyekî zêde wan pê hebû dabeşkir. Penaberên ser çiya gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku take dezgeh bûye kariye sutemeniyê ji bo wan dabîn bike ku heta niha zêdetir li 240.000 lîtir sutemenî li ser wan da hatine dabeşkirin. 

Her wiha hêviyên zêdetir bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hebû ku li gihandina alîkarî û hevkariyan de kêmasî nekiriye û hêviya berdewam û serkeftinê ji bo Dezgehê xwestin. Heman demî de her li vê helmetê da dest bi dabeşkirina (20.000) perçe me’elebat ku ji bo xwarina sibeynan sûd jê werdigrin. Her wiha 3800 kîs ciluberg û qemseleyên mezinan dabeşkirin.

 

Dû nexweşxane û nanxaneyek li wargeha Herşem û Behirke hate vekirin

 

Bi mebesta rêdana warên tendirustiyê li wargeha penaberên Herşem û Behirke, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Heyva Sor a Îmaratî li rêwresmek da dû nexweşxane û nanxaneyek ji bo penaberên wargehê hate vekirin.

Roja 28/02/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû wargehan de, ji bilî dabeşkirina yarmetî û pêdiviyên li ser wan da, heman demî de hewlî daye li ruyê tendirustiyê ve jî girîngiyê pêbide. Bi hevkarî li gel rêxistina Heyva Sor a Îmaratî li rêwresmek da bi amadebûna Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr Mihemed Etîq Emîn Amî rêxistina Heyva Sor a Îmaratî dû nexweşxane li her dû wargehên Behirke û Herşem hate vekirin ku girîngiyekî taybetî ji bo çareserkirina nexweşan û dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê ji bo penaberan, her wiha li wargehan de nanxaneyek hate vekirin ku rojane sê dan nanê germ ji bo penaberan dirust dike û li ser wan da dabeş dike.

 

Serokê DXB serdana Mezarê Nemiran kir

 

Bi helkefta 36. saliya salvegera koça dawî ya bavê ruhî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir wekî erkekî nîştimanî û nîşandana wefadariyê ji bo xebat û têkoşîna ji bo gelê xwe, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Mezarê Nemiran li Barzan kir.

Îro 01/03/2015 bi helkefta 36 saliya koça dawî ya bavê ruhî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir û bi mebesta nûkirina peyman û wefadariya ji bo rêbaza Barzaniyê Nemir, Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana goristana Mezarê Nemiran li Barzan kir û ji aliyê Şêx Xelat ve bi germî hate pêşwazîkirin. Li vê serdanê de gotarek li ser gora nemiran da hate pêşkêşkirin. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser rol û xebat û têkoşîna Barzaniyê Nemir ya li qonaxên cûda cûdayên şoreşa Kurd û rola Barzaniyê Nemir li hemû şoreşên wê demê yê gelê Kurd xisterû. Her wiha li beşekî dinê gotara xwe de Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wan destkeftan ku îro li sayeya xebat û berxwedan û qurbaniya gelê Kurd bi rêberiya Barzaniyê Nemir pêkhatine û ragihand: Xebata gelê Kurd bi dawî nayê heta ku gelê Kurd bigihe hemû armancên xwe yên rewa û xewn û xebata Barzaniyê Nemir pêktê ku ew jî Kurdistanekî serbixweye.

 

Serok Barzanî pêşwaziya Serok û Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

 

Îro dûşem 02.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeh û Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Li hevdîtinê de rewşa jiyana koçberan û asta wan hevkariyên mirovî hate nirxandin ku ji aliyê Civaka Navdewletî û rêxistinên xêrxwaziyan ve pêşkeşî koçberan kirine. Her wiha şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê tevger û çalakî û hevkariyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li çend mehên derbasbûyî û rapora çalakiyan xistinrû ku pêkhatibûn ji hevkarîkirina koçber û penaberên Rojava û xuşk û birayên Êzîdî yên li çiyayê Şengalê û wargehan û navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê li Xaneqînê heta Zaxo û başûrê Iraqê û gihandina hekvarî û kelupel û xorek û pêdiviyên dinê ji bo Kobanê û her wiha gihandina xorek û kelupelên pêwîst ji bo birayên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstan.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî destxweşiyê li westabûn û erk û karê rojaneya kedkarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku li demên derbasbûyî û li qeyranan û hatina hejmarekî zêdeyê penaber û koçberan rolekî gelek baş pêkanîne li yarmetîdana xelkê koçber û lêqewimî û Pêşmergeyan û bi erkêkî pîroz wesifkir û hêviya berdewamî û serkeftinê li erk û karên wan da xwest. Her li vê hevdîtinê de bi mebesta encamdana karên baştir û yarmetîdana xelkê koçber û lêqewimiyan, Serok Barzanî şîret û rênuwêniyên pêwîst ji bo şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xisterû.

 

Back to top button