Polîtîk
Davutoglu partiya xwe li Diyarbekirê radigihîne
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu partiya xwe ya nû dê li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê rabigihîne.
Li gor ragihandina Ajansa DWyê, Ahmet Davutoglu partiyek nû ava dike û dê partiya xwe di fitarekê girseyî ya remazanê de, li Diyarbekirê rabigihîne. Davutoglu li bajarên wekî Batman, Diyarbekir, Çewlikê xebateke berfireh ya rêxistinî kiriye û armanc dike piştgiriya kurdên oldar werbigre.
Ji alîkî din ve Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacan jî dervayî Davutoglu partiyeke din ava dike û 35 parlementerên AK-Partiyê jî digel Alî Babacan in.