Polîtîk

Dubai dixwaze zêdetir nêzîkî Hewlêrê bibe

Berî nîvroya îro çarşem 09.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Raşîd El Mensûrî Konsolê Giştî yê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî li Hewlêr kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî silavên Şêx Xelîfe Bin Zaydê Serokê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî gihand Serok Barzanî û ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir. Her wiha ji bo serketina hilbijartina Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê kir. Tekez jî kir ku welatê wan dixwaze peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî zêdetir pêş bikeve.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Konsolê Giştî Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî kir û xweşhaliya xwe jî ji bo geşbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî nîşan da û hêvî jî xwest ew peywendî zêdetir pêş bikevin.

Back to top button