Li Başûrê Kurdistanê du rêveberiyên serbixwe tên avakirin û biryare herdu qezayên Soran li parêzgeha Hewlêrê û Zaxo li parêzgeha Duhokê bibin îdareyên serbixwe. Qaymeqamê Soranê jî dibêje, komîteyek bo cîbicîkirina vê biryarê hatiye avakirin.
Qaymeqamê qezaya Soranê, Helgurd Necîb ji Rûdawê re ragihand, bi awayeke destpêkê biryar hatiye dan ku her du qezayên Soran û Zaxo bibin du îdareyên serbixwe û tekez kir, ji bo vê mebestê jî komîteyeke taybet bi komkirina zaniyariyan û datayan hatiye avakirin û dê hemû zanyariyan bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Helgurd Necîb da xuyakirin ku di dema xwe de biryar derket ku Germiyan û Raperîn bibin îdareyên serbixwe, heman biryar ji bo Soran û Zaxo jî derket lê cîbicîkirina biryarê jibo herdu qezayên Soran û Zaxoyê hate paşxistin û niha hewl heye ku ew biryar bê cîbicîkirin.
Bi pêkanîna wan herdu rêveberiyên serbixwe, Herêma Kurdistanê ji bilî 4 parêzgehên xwe yên fermî, ku Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ne, dibe xwediyê çar îdareyên serbixwe.
Qaymeqamê Soranê diyar kir, ji bo vê mebestê ew li benda fermana Wezareta Navxwe ne.
Soran yek ji qezayên mezin ên sînorê parêzgeha Hewlêrê ye ku sala 1980ê bûye qeza, û nahyeyên Diyana, Soran, Sîdekan û Xelîfan li xwe digre û nêzî 250 gundan ser bi wê qezayê ve ne ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê.
Qezaya Zaxo jî ser bi parêzgeha Duhokê ve ye û dikeve bakurê wê parêzgehê û Herêma Kurdistanê û deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ku deriyeke bazirganiyê yê mezin e li gel Tirkiyê li sînorê wê qezayê heye. Zaxo herwiha ketiye sêgoşeya sînorî di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê de, ku 10 km dûrî Tirkiyê û 25 km jî ji Sûryayê dûr e.
Herweha bajarke pir netew û ol e û ji bilî kurdan ku zêdetirî %95 nifûsa qezayê pêk tînin, kêmîneyeke Ermen û Kild û Aşûr jî lê dijîn.