Civak

Dr. Cercîs jiyana xwe di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir

Dr. Cercîs Hesen endamê berê yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Koça dawî kir. Her bi vê minasebetê serok Barzanî peyamek a sersaxiya ragihand.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve xeberê koça dawiyê ya têkoşer û xebatkerê gelê me û endamê berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKyê Dr. Cercîs Hesen gehişt min.

Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe bi awayekî merdane di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir û mînaka wefadarî û dilsoziyê bû.

Em serexweşiyê li tev heval û hevsenger û dost û nas û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen dikin û em hevparên xema wan in.

Em ji Xudayê mezin dixwazin canê Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi tev aliyan bide.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

15ê Adara 2024ê

Balkêş e ?
Close
Back to top button