DosyaPolîtîkRojev

Doza gelê me rewa ye û bi şer û komplo û xiyanetê jî nayê tinekirin..

Serok Mesud Barzanî bi minasebeta salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê 2017ê peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

16yê Cotmeyê di dîroka miletê Kurd da rojeke tarî ye. Di vê rojê da xiyanetêkê bêbext li xwen û hêvîyên vî miletê mezlûm hate kirin. Bi alîkarîya destikên hundır, leyîztikên bê însaf û bê melêz li pêşberê qedera gelê me hat kirin û ew axa ku bi xwîna bi hezaran zarokên vî welatî hatibû rizgarkirin, dİ çarçewa qomployêk da hate dagirkirin û wêrankirin.

Her waha bi desteka xiyaneta navxwe ya bêbext, li hafa çavên hemi alemê dereceya pêşketin û nirxên me yên pîroz şikênandin û sivik kirin.Ev komploya qirêj li hember xebat û qurbanîdana 100 salan bê hurmetî bû. Li hember hemî şehîdan û Pêşmergeyên Qehreman ku di şerê DAİŞa terorist da Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê yên li derveyên Herêmê parastin û di dewsa hemî merivayîyê da şerê terorê kirin da jî ev komplo bê hurmetî û xîyanetêkê mezin bû.Her wiha bê hurmetî bû li hember dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê, ku tekane sûcê wî gelî ew bû ku dengê xwe gihand guhê cîhanê.

Me hizra her tiştekî kiribû lê me tû carî texmîn nedikir ku destekî hundir ji pişt ve xencerê li me bide.Wan xwastin bi xiyanet û dagîrkariyê û zorê îradeya gelê me bişkênin, heman ew îradeya ku azadîxwazî, peyama aşitî û pêkvejiyanê ye. Lê îradeya gelê me zindî ma. Bi arxeyînî, azadîxwazî û peyama aşitiyê serfiarzî ye û xiyanet û dagîrkerî jî rûreşî ye.Armanca şanzdê Cotmehê nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û bê qîmetkirina mafên gelê Kurdistanê bû. Bi alîkarî û xiyaneta destê hundir, komployek gelek mezin li dijî gelê me hatibû danîn lê dema Pêşmerge biryara berpirsî û berxwedanê da rewş hat guhertin û serbilindî ji gelê Kurdistanê re ma.

Ez bi vê helkefta tal ji her kesî daxwaz dikim hurmeta dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigirin. Ti sûd û encameka siyaseta şovenîstî û înkarê nîne, tenê bi xwe re şer û paşketinê tîne. Me her dem daxwaz kiriye bila Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê, helbet em ti şik û gumana me li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne û em rê nadin ti kesî jî gumanê li vê yekê bike.

Ez daxwaz ji welatiyên Kurdistanê jî dikim bi hêvî û hêz li paşerojê binêrin. Doza gelê me rewa ye û bi şer û komplo û xiyanetê jî nayê tinekirin.Şanzdê Cotmehê ew roja tarî ye di dîroka gelê me de ku ti carî nayê jibîrkirin û divê bibe ders ji tek tekê gelê Kurdistanê re.Silav li şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Silav li pêşmergeyên qehremanSilav li welatparêz û têkoşeran”Xwebexşê miletê Kurd û Kurdistanê.

MESUD BARZANÎ

Back to top button