Polîtîk
Donald Trump pîrozbahiyê li Serokê Kurdistanê kir
Serok Donald Trump pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta cejna Newrozê ve ji birêz Donald Trump Serokê Amerîka ve nameyeke pîrozbahiyê pêgihîşt ku eve jî naveroka wê ye:
Birêz Cenabê
Serok Nêçîrvan Barzanî
Herêma Kurdistanê
Komara Iraqê
Birêz cenabê Serok
Bi navê gelê Amerîka ve, hêviya newrozekî xweş ji bo we û gelê Herêma Kurdistana Iraqê dixwazim.
Me bi pêkve destkeftên mezin li dijî Da’îşê de bi dest ve anî û em bi hêvî ne derfetên nû ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û emniyên li gel Hikûmeta we da pêkbên.
Li gel rêzên min,
Donald Trump