Dokan dibe seyrangehekî mînak a Kurdistanê
Seyrangeha Dokan yek ji seyrangehên li nav sînorê parêzgeha Silêmanî ye, Birêveberê Giştî yê Geştuguzariya(Turizm) Silêmaniyê dibêje: “Ji niha ve planekî nû ji bo seyrangeha Dokan tê kirin û li vê çarçêweyê de çendîn projeyên geştiyarî li vê seyrangehê de dikevin warê bi cîhkirinê”.
Yek ji cihê serekiyê geştiyariyên parêzgeha Silêmanî seyrangeha Dokane, ku bi sedema bendava Dokan ve hejmareke zêdeyê geştiyaran serdana vê deverê dikin û lê belê li gel wê hejmara zêdeyê geştiyaran de, heta niha xizmetên bingehîn ji bo vê seyrangehê nehatiye dabîn kirin û heman demî de ne xwedî seyrangehekî moderne.
Yasin Feqe Seîd Birêveberê Giştî yê Geştuguzariya Silêmanî behsa wê yekê dike ku seyrangeha Dokan li gor herêmên din heta radeyekî zêdetir girîngiyê pêdane, lê belê hê jî pêwîstî bi projeyên dinê xweşikiyê heye. Eve jî eşkere kir pêşveçûna geştuguzariyê ku nebûna yasayekî guncav gelek car astenge li ber birêveçûna karê wan.
Her wiha got: “Wezareta Bajarvaniyê bernameyekî heye ji bo amadekirina plana geştiyariya hemû herêmê, ev proje eweye ku bikeve warê bi cîhkirinê û seyrangeha Dokan jî li nav wê planê daye. Ew plana Dokan dane dû kompanyayan bo ku çendîn projeyên geştuguzariyê li wê sînûrê de bi cîh bikin û piştî wan projeyan jî seyrangeh dibe seyrangehekî mînaka Kurdistanê.