Piştî ku Osman Baydemîr di sala 2017an de di Meclîsa Tirkîyê de peyva Kurdistanê bi kar anî ceza lê hat birîn. Di serlêdana wî ya Dadgeha Mafê Mirovan (DMM) de Baydemîr mafdar hat dîtin û DMM gotinên wî di çarçoveya azadîya hizr û îfadeyê de qebûl kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di derbarê serlêdana ku di sala 2017an de ji alî Şaredarî Bajarê Mezin ê Amedê û Parlamenterê berê yê HDP Osman Baydemîr de hatibû kirin biryara xwe da û di derbarê cezakirina Baydemîr de DMME dewleta Tirk bi 16 hezar û 957 euroyî ceza kir.
Dadgehê diyar kir ku xala 10. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin, dadgehê biryar da ku divê dewleta Tirk bi giştî 16 hezar û 957 euro tazmînatê bide Baydemîr.
Parlamenterê berê yê HDP Osman Baydemîr di Kanûna 2017an de di dema muzakereyên butçeyê yên li Meclîsê de axivîbû û gotibû, “Ez wek zarokekî Kurd, wek nûnerê Kurdistanê, tiştê ku ez dixwazim ev ban bibe banê hevpar ê Tirk û Kurdan e”.
Cîgira Serokê Meclisa Mezin a Tirkîyê Ayşenur Bahçekapili ji Baydemîr pirsa “Kurdistan li ku ye?” kiribû. Baydemîr destê xwe danîbû ser dilê xwe û gotibû, ev der Kurdistan e. Ji ber gotina wî ya “Kurdistan” biryara derxistina demkî ji Meclîsê hatibû dayîn. Ji bo Baydemîr 2 roj îxrackirina ji Lijneya Giştî hatibû birîn.